'Li ser laşê Rojîn Kabaîşê DNAya du mêran hatiye dîtin'

11-10-2025
RÛDAW
Nîşan Rojîn Kabaîş Wan Saziya Bijîşkiya Dadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Rojîn Kabaîşî ragihand ku li gorî rapora Saziya Bijîşkiya Dadî, "Li ser laşê Rojîn Kabaîşê DNAya du mêran hatiye dîtin."

Rapora Saziya Bijîşkiya Dadî (ATK) ya li ser mirina xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê ku dihat payîn, ket dosyeyê.

Li gorî agahiyên ku parêzeran dane, rapor îhtimala ku Rojîn Kabaîş rastî êrişa zayendî hatibe xurtir dike.

Parêzerên baroyên Wan û Amedê bi civîneke çapemeniyê ya hevpar rapor bi raya giştî re parve kirin û ragihandin ku wan ji ber veşartina daneyan giliyê ATKyê kiriye.

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ew ji roja ku Rojîn Kabaîş winda bûye ve ji bo edaletê têdikoşin û got:

"Ji roja ku winda bû heta îro, lêpirsîn ne bi awayekî bibandor e. Bi temamî wekî xwekuştinê hat nîşandan.

Destûr nehat dayîn ku em beşdarî pêvajoya otopsiyê bibin. Ji ber biryara sînordarkirinê em fêr nebûn ka lêpirsîn çiqasî bi bandor e."

Ozaraz bal kişand ser têkoşîna malbat û baroyan û wiha anî zimên:

"Têkoşîna me dê vê dosyeyê ronî bike. Em ê çalak û leztir bin.

Em ji bo ku rapora ATKyê ya 10ê Cotmehê bi we re parve bikin li vir in."

"Di hundirê vajînaya wê de DNA hatiye dîtin"

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Parêzer Zeynep Demîrê jî da zanîn ku rapora Daîreya Pisporiya Biyolojîk a Saziya Bijîşkiya Dadî 10ê Çiriya Pêşîn ketiye dosyeyê û ev agahiyên girîng parve kirin:

"Em ne tenê ji bo Rojînê, ji bo hemû jinên ku delîlên wan hatine reşkirin vê dosyeyê dişopînin.

Ji roja ewil ve di dosyeya Rojînê de têgihiştineke xwekuştinê hat avakirin. Dosye ji parêzeran hat veşartin.

Bi rapora ATKyê ya 10ê Çiriya Pêşîn re, derket holê ku du DNAyên mêran ku heta niha îhtimala pêbûnêyê (bi awayekî teknîkî ji cihekî din veguhastin) li ser dihat sekinandin, li kîjan beşa laşê Rojînê ne."

Zeynep Demîrê cihê DNAyan wiha eşkere kir:

"Hatiye tespîtkirin ku mînaka yekem a DNAyê li herêma sîngê (sternal) ye.

DNAya duyem jî li hundirê vajînayê (intravajînal) hatiye tespîtkirin. Ev dosye zêdetirî salekê ye berdewam dike.

Em dibînin ku ATKyê tiştê ku diviyabû di serî de binirxandina, piştî salekê nirxandiye.

Em diyar dikin ku îro êdî îhtimala êrişa zayendî jî derketiye holê û divê dosye bi vî rengî were destgirtin.

ATKyê ji ber ku salekê daneyên di destê xwe de veşartiye sûc kiriye.

Di çarçoveya baroyên Amed û Wanê de li ser vê yekê giliyê ATKyê hatiye kirin."

“Gelekî bi paşguhî tevgeriyane”

Parêzerê dosyeyê Nahît Eren jî diyar kir ku paşguhiyeke cidî heye û got:

"Derbarê kesên ku di vê paşguhiyê de berpirsiyar in em dê serlêdanên pêwîst bikin.

Di raporê de hatibû gotin ku mînakên DNAyê yên du mêran hene, lê nehatibû gotin ku li ku derê ne.

Ji aliyê hiqûqî û tibî ve neheqî hatiye kirin. Bi hinceta ‘dîmen tarî ne’ dibêjin ku du kes nehatine tespîtkirin, lê ev tespît dikare ji cihekî ronahî were kirin."

Parêzer Cansel Talayê jî got, “Divê her kesê ku di vê mijarê de xemsarî kiriye were darizandin.

Bi sedan dosyayên bi vî rengî bê faîl dimînin. Dosyeya Kabaîşê giraniya bûyerê radixe ber çavan.

Ev nîşaneya nêzîkatiya li hemberî jinan e. Dosye dosyeyeke polîtîk e. Derbarê ka bermayiyên DNAyê çi cure bermayî ne, agahî nîne."

Bavê Rojînê: Bila kujer werin dîtin

Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş jî banga pêkanîna edaletê kir û got:

“Bi xebatên baroyan rastî derketin holê. Em salek e êşê dikişînin. Kî cinayet kiriye bila were dîtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst