Gemini û AI Studio êdî bi Kurdî diaxivin: Nivîsandina bi deng hat çalakirin

11-10-2025
RÛDAW
Nîşan Kurdî Google AI Studio Gemini Bokan el-Caf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Googleyê di warê hişê çêkirî de ji bo zimanê Kurdî gaveke girîng avêt û li ser platformên xwe yên "Google AI Studio" û "Google Gemini" taybetmendiyên guhertina deng ji bo nivîsê û nivîsê ji bo deng çalak kir.

Ev bipêşketin, dê entegrasyona zimanê Kurdî ya di cîhana dîjîtal de leztir bike û dê tevkariyeke mezin li pêvajoya dîjîtalîzekirina ziman bike.

Damezirînerê Koma Herêma Kurdistanê ya Google Crowdsourceê Bokan el-Caf îro ji Rûdawê re got:

"Beşa dengê Kurdî ya li Google AI Studioyê çalak bû. Wateya wê ew e ku êdî deng an vîdeo rasterast dikarin werin veguherandina nivîsa Kurdî."

Bokan el-Cafê ku berê di zêdekirina Kurdî ya Google Wergerê de roleke pêşeng lîstibû, diyar kir ku vê serkeftinê bandoreke erênî li entegrasyona AI Studioyê jî kiriye.

El-Caf got, "Hebûna Kurdî ya li Google Wergerê bandoreke erênî li ser sîstema AI Studioyê kir û êdî ew dikare nivîsên dengî bi Kurdî binivîse."

Bi saya vê yekê, tomarên dengî û vîdyoyên Kurdî dê bi hêsanî werin veguherandin bo nivîsê.

Derfeta wergera demildest

Ev taybetmendî dê ji bo naverokçêker û bikarhênerên Kurd hêsaniyek mezin peyda bike.

Piştî ku axaftinên Kurdî yên di vîdyo an tomarên dengî de veguherîn nivîsê, dê demildest karibin ji bo zimanên din werin wergerandin.

Bokan el-Caf pêvajoyê wiha şirove kir:

"Eger axiverê di deng an vîdeoyê de bi Kurdî biaxive, sîstem dê nivîsê bi Kurdî binivîse, paşê hûn dikarin jê bixwazin ku nivîsê wergerîne Îngilîzî."

Ev yek ji bo hilberandin û bikaranîna naveroka pirzimanî deriyên nû vedike.

Li Geminiyê jî nivîs dibe deng

Li ser asîstanê hişê çêkirî yê Googleê Geminiyê jî ji bo Kurdî nûjeniyeke girîng hat çalakirin.

El-Caf diyar kir ku Googleê li Geminiyê, tevî amûrên mobîl, beşa veguherandina nivîsê bo deng jî ji bo Kurdî çalak kiriye.

Bi saya vê yekê, nivîsên Kurdî dê bi dengekî xwezayî werin guhdarîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst