Hewlêr (Rûdaw) - Rûmala Rûdawê ya li herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berdewam dike.
Li gorî amarên navendan ên ji bo Rûdawê, ji bilî Şingalê, beşdarî li ti navçeyê negihîştiye ji sedî 50î.
Gwêr û Mexmûr
Li gorî Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran, li navenda Mexmûrê rêjeya vegera Kurdan "baş" bûye, lê li derdorê tenê nêzîkî ji sedî 10 beşdar bûne.
Li gorî amarên ku dane Rûdawê, heta nêzîkî saet 15:00an li Gwêra ser bi Mexmûrê ve nêzîkî ji sedî 40î çûne ser sindoqan.
Li Gwêrê 32 hezar û 583 dengder hene û heta saet 14:00an, ji sedî 40î ji wan dengê xwe dabûn. Nûçegihanê Rûdawê got, "Nêzîkî ji sedî 30ê kesên ku deng daye Ereb bûne û kêmaniyek Kurd bûne."
Welatiyekî ji Gwêrê ji Rûdawê re got, "Ji xelkê re pirsgirêk derketine; kartên hinekan nayên xwendin û hinek jî pirsgirêka nebûna navê wan heye."
Welatiyekî din got, "Kurd gelekî kêm hatine, ez daxwaz dikim ku di van demjimêrên mayî de hejmara herî zêde ya Kurdan biçin deng bidin."
Dengdana li Xanêqînê
Li navçeya Xanêqînê 81 hezar kes xwedî mafê dengdanê ne. Dengdan li navçe û nahiyeyên derdorê berdewam dike.
Nûçegihanê Rûdawê Huner Hemîd ji Xaneqînê ragihand, "Rêjeya beşdariyê gelekî kêm e."
Li yek ji navendên Xanêqînê ku 2 hezar û 251 kes xwedî mafê dengdanê ne, heta saet 15:00an 690 kesan dengê xwe dabûn ku ev jî dike nêzîkî ji sedî 30ê dengderên navendê.
Welatiyekî di dema dengdanê de ji Rûdawê re got, "Ez ji Kelarê ji bo dengdanê vegeriyame Xanêqînê, gelek kes li ser rê ne û vedigerin Xanêqînê."
Wî welatiyî got ku ew ji Kelarê hatiye û bajarê Xanêqînê nas nake û ti aliyek nebûye ku alîkariya wî bike da ku navê xwe bibîne û got, "Ez li çend navendan geriyam heta min navê xwe dît."
Dengdana li Şingalê
Nûçegihana Rûdawê ya li Şingalê Edla Bekirê ragihand, "Dengdan ber bi kêmbûnê ve diçe, lê li sînorê Şingalê bi giştî dengdan heta saet 15:00an gihiştiye ji sedî 50î."
Li navendeke Şingalê ku 2 hezar û 300 kes xwedî mafê dengdanê ne, heta saet 15:00an nêzîkî hezar û 300 kesan dengê xwe daye.
Berpirsê yek ji navendên dengdanê yên Şingalê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Em ji sibehê ve li vir in û ti pirsgirêk derneketiye. Kesên ku şopa tiliya wan derneket, bi rêya rûyê xwe dengê xwe da."
Wî berpirsî her wiha got, "Hêzên ewlehiyê ji bilî parastina navendên dengdanê, ji bo ti kesî astengî dernexistine û rewş bê pirsgirêk e."
Dengdana li Nînovayê
Nûçegihanê Rûdawê yê li Neynewayê Kawe Omer dibêje, "Li gorî amara ku me li sînorê parêzgehê wergirtiye, Kurd bi awayekî gelekî baş beşdarî dengdanê bûne."
Nûçegihanê Rûdawê got, "Li yek ji navendên Mûsilê, heta saet 12:00an dengder kêm bûn, lê piştre xelk berê xwe dan sindoqên dengdanê û tê pêşbînîkirin ku rêjeya dengdanê bigihîje ji sedî 50î.”
Yek ji pirsgirêkên Kurdên li Mûsilê koçberbûna wan e û piraniya wan sînorê xwe terikandine.
Çalakvanên navçeyê daxwaz dikin ku "xelk ji bo dengdanê vegerin û dengên xwe bi kar bînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse