Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter berî demekê gihîşt Başûrê Kurdistanê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.
Piştî serdana xwe ya bo Iraqê û civînên li gel berpirs û rayedarên Bexdayê û hêzên hevpeymanan, êvariya îro yekşemî 11ê Kanûna 2016ê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter serdana Herêma Kurdistanê jî kir.
Ashton Carter êvariya îro bi rêya Firokexaeya Navdewletiya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Ashton Carter li Firokexaneya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê merasîmek bo pêşkêşkirina medaloyaya wêrekiyê ji aliyê Carter ve bi çend pêşmergeyên Kurdistanê birêve çû.
Di merasîmê de, ji bilî Carter û Barzanî, çendîn berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Amerîkayê û herwiha çendîn fermandeyên Artêşa Amerîka û Hêza Pêşmerge amade bûn.
Di vê merasîmê de, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê medaliyaya wêrekiyê pêşkêşî 4 pêşmergeyan kir.
Peyamnêra Rûdawê li cihê civînê Rengîn Şero ragihand: Piştî merasîma pêşkêşkirina medaliya wêrekiyê bi 4 pêşmergeyan, Ashton Carter û Mesûd Barzanî bi hev re civiyan.
Rengîn Şero herwiha got: “Berî demekê jî civîna navbera Barzanî û Carter dawî pê hat.”
Peyamnêra me tekez kir, ku di civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê de, Carter pesnê wêrekî û qehremaniya Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de daye.
Carter berî ku serdana Hewlêrê bike, bi firokeyeke serbazî ya Artêşa Amerîkayê, çûbû Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û fermandeyên hêzên hevpeymanan li Iraqê re civiyabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse