VÎDEO - Ashton Carter medaliya wêrekiyê da 4 pêşmergeyan

11-12-2016
RÛDAW
Wezîrê Berevaniya Amerîka şeva yekşemiyê medaliya pêşkêşî 4 pêşmergeyan kir
Wezîrê Berevaniya Amerîka şeva yekşemiyê medaliya pêşkêşî 4 pêşmergeyan kir
Nîşan Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashton Carter Kurdistan Pêşmerge Medaliya wêrekiyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter di serdana xwe ya vê carê de bo Kurdistanê, medaliyaya wêrekiyê pêşkêşî 4 pêşmergeyan kir.

 

Êvariya îro yekşemî 11ê Kanûna 2016ê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter bi rêya Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.

 

Piştre Carter ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

 

Herwiha bi amadebûna Barzanî û çendîn berpirsên amerîkî û Kurdistanê û gerwiha fermandeyên Hêza Pêşmerge, Carter medayliyaya wêrekiyê pêşkêşî 4 pêşmergeyan kir û bi destê xwe medalya li singê wan Pêşmergeyan girêda.

 

Carter ragihand, ku ew wan medaliyayan ji ber wê yekê pêşkêşî wan Pêşmergeyan kir, çimku di şerê li dijî DAIŞê de wêrekî û qehremanî tomar kirine.


Yek ji pêşmergeyan ku medaliya wergirt, navê wî 'Bazîd Mehmûd' e, ku di şerekê de, bi tena serê xwe otomobîleke bombekirî ya DAIŞê û çekdarekî xwekuj ê wê rêxistinê teqandiye.

 

Navê pêşmergeyên ku medaliya ji Wezîrê Berevaniya Amerîkayê wergirtin, ev in:

 

Bazîd Mehmûd bi pileya Muqedem

Ceifer Mistefa bi pileya Rayid

Bêstom Ebûbekir bi pileya Nayîb

Kosar Salih

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst