Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke Hikûmeta Amerîkayê amaje pê dike ku tevî hinek "astengiyên berdewam" reformên Wezareta Pêşmergeyan ber bi pêş ve diçin.
Raporê bi hevbeşî ji aliyê Wezaretên Parastinê û Karên Derve û Ajansa Bipêşveçûna Navneteweyî ya Amerîkayê ve ji Kongreyê re hatiye pêşkêşkirin.
Di raporê de behsa çalakiyên çaryeka yekem a îsal a Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê û ajansên Amerîkayêyên li Îraq û Sûriyeyê dike.
Rapor dibêje, "Tevî hebûna gelek gefên ewlehiyê û nezelaliyeke siyasî û leşkerî ya li herêmê, bipêşveçûna reformên Pêşmergetan berdewam bûn."
Lê li gorî raporê, reform hîn rastî gelek astengiyan tên.
Di raporê de hat ragihandin, "alîgiriya kevin a partîzanî" ya di nav hêzên Pêşmergeyan de "hîn bi awayekî zelal xuya dike û dikare bibe sedema bêbaweriyê."
Amerîka yek ji wan welatên e ku piştgiriyê dide hewlên yekxistina hêzan û reformên Wezareta Pêşmergeyan.
Ji bo piştgirîkirina reforman, Wezareta Pêşmergeyan û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Îlona sala 2016an memorandumeke têgihîştinê îmze kiribû, paşê di destpêka 2022yan de nû kir.
Memorandum nexşerêya yekxistin, modernîzekirin û profesyonelkirina Wezareta Pêşmergeyan diyar dike.
Armanc avakirina 11 yekîneyan
Yek ji gavên sereke di yekkirina hêzên Pêşmergeya de veguhestina hêzan ji yekîneyên 70emîn ên YNKyê û 80emîn ên PDKyê di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan e.
Armanc avakirina 11 yekîneyên peyade ye di bin fermana du fermandariyên herêmî de digel du hêzên piştgiriyê, ku hemû pêkve di dema qedandina bicihkirina planê de, dê 138 hezar Pêşmerge li xwe bigirin.
Rapora Mufetîşê Giştî yê Amerîkayê ku behsa bipêşveçûnên 1ê Kanûna Paşîn heta 31ê Adarê yên îsal dike, zelal dike ku çar ji wan 11 yekîneyan "bi temamî yan jî nîvçe" dest bi kar bûne û du yên din jî mijûlî wergirtina endaman in.
"Partîzanî berdewam dike"
Lê Ajansa Îstixbarata Parastinê ya Amerîkayê ji pişkinêrên giştî re ragihandiye, "Di axaftinên berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xuya bûye ku nîgeranî heye li ser wê yekê ku tevî veguhestina hêzan ji yekîneyên partiyên 70 û 80yî ve, hîn jî partîzanî di nav Wezareta Pêşmerge de berdewam e."
Nesseqamgîriya herêmê, nakokiyên siyasî yên navxweyî û astengiyên birêvebiriyê, beşeke din a astengiyên li ber reforman in.
Astengiyên li ber yekxistinê
Li gorî raporê, bûyerên Sûriyeyê piştî rûxîna desthilata Esed, bipevçûnên di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û Tirkiyeyê de, mana DAIŞê, tevgerên Heşda Şeibî û nakokiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de derbarê mûçe û budceyê de, hin ji wan aloziyên in ku derdikevin pêş reformên Wezareta Pêşmergeyan.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji mufetîşê xwe yê giştî re ragihandiye, her du fermandarên herêmî yên Wezareta Pêşmergeyan, di dema ku ji wan re hatiye destnîşankirin de, nikarin dest bi kar bibin, belkî dereng jî dikevin.
28ê Nîsanê, Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl li Hewlêrê got, "Me her dem hewl daye ku em reforman di nav Wezareta Pêşmergeyan de bi ser bixin.
Bi vîn û îradeya xurt a Kurdistanî, em wekî tîmeke hevbeş li Wezareta Pêşmergeyan kar dikin, ev jî rêya durist û niştimanî ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse