Li Sêrtê sabûna kezwanan bi teknîka bav û kalan tê çêkirin

11-12-2023
RÛDAW
Li Sêrtê çêkirina sabûna kezwanan / Wêne: AA
Li Sêrtê çêkirina sabûna kezwanan / Wêne: AA
Nîşan Sabûna Kezwanan Sêrt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Emîn Îlhan û Hasan Îlhan her du birayên li Sêrtê dijîn, bi teknîka ku ji bavê xwe hîn bûne, salane nêzîkî 30 ton sabûna kezwanan çêdikin.

Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê Emîn Îlhan û Hasan Îlhan kargeheke sabûna kezwanan ava kiriye.

Salane nêzîkî 20-30 ton sabûn li vê kargehê tê çêkirin.

Ew sabûn bi şêwazên kevin, bêyî ku tiştekî têxin nav berhem tînin. Kezwan jî ji benên çiyayên bilind tên çinîn.

"Bapîrê min 40 salî ev kar kiriye"

Xwediyê kargeha sabûnê Emîn Îlhan got:

“Berê bapîr û pîrikên me sabûn çêdikir. Piştre bavê min dest bi çêkirinê kir. Bapîrê min 40 salî û bavê min jî 20 salan ev kar kiriye.

Piştî wê jî min ji bavê xwe wergirt û ev 7 sal in ez jî vê sabûnê çêdikim.”

Ew destpêkê kezwanên berhevkirî hişk dikin, piştre dihêrin. Piştî wê li ser agir dikelînin.

Ji bo rûnê wê jê cuda bibe hinek xweliya daran dixin nav û 7-8 demjimêran dikelînin.

Piştre parzûn dikin û hinek sodyum hidroksit dixin nav wî rûnî û vala dikin nav qaliban.

Di nav rojekê de hişk dibe û dibe sabûn.

"Em gihiştine asteke baş"

Cemal Tomrîsê ku dikana wî ya firotina sabûnê heye got:

“Di berhemanîna sabûnê de em gihiştine asteke baş. Wekî hûn dizanin bi sedsalan e li navçeya me sabûna kezwanan tê çêkirin.

Ev sabûn ji kezwanên li çiyê tên komkirin çêdibe."

Ji her çar kilogram kezwan kîlogiramek sabûn berhem tê.

Li gorî kalîteya sabûna hatiye berhemanîn kîloyekê bi 450 heta 500 lîreyên Tirkî (14-17 dolar) difiroşin.

Armanca wan ew e ku rêjeya berhemanîna sabûna kezwanan di salên pêş de bigihînin 100 tonî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane / Wêne: Rûdaw

HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e