Heseke (Rûdaw) - Basim Mihemedê 27 salî ku karmendê Heyva Sor a Kurd bû, li nav kampa Holê di êrişa çekdarekî DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.
Basim Mihemed, ku derçûyê Peymangeha Tendirustî bû, 5 sal bûn endamê Heyva Sor a Kurd bû û li kampa Holê kar dikir, lê ji aliyê keseke nenaskirî ve ku Rêveberiya Kampê dibêje, şaneyeke DAIŞê ye, hat kuştin.
Zarokek li pey xwe hişt
Basim Mihemed ku guleyek bi çavê wî ket û jiyana xwe ji dest da, li pey xwe zarokekî temen 2 sal û nîv hişt.
Siltanê Mihemed, xwişka Basim Mihemed, dibêje, “Kujer hîn di nava kampê de ye û nehatiye girtin, hêzên ewlekariyê lêkolîn derbarê bûyerê de dane destpêkirin.”
Êrişa şaneya DAIŞê
Rêveberiya Heyva Sor a Kurd behsa wê bûyerê û karmendê xwe dike ku bû armanca êrişê.
Ciwana Elî, Hevseroka Heyva Sor a Kurd li Hesekê, dibêje, “Kesekî nenaskirî yê rûyê wî girtî, tê li ber dîwar û dema Basim derdikeve, guleyekê berdide çavê wî û direve. Basim jî di rê de şehîd bû.”
Kampa Holê
Li kampa Holê ku 50 kîlometre dikeve başûrê Hesekê 60 hezar endam û malbatên DAIŞê piştî kontrolkirina Baxozê tê de hatine bicihkirin.
Li gor amarên Rêvebariya Kampa Holê, di sala 2021an de 94 kes di êrîşên cuda de hatin kuştin û 34 caran jî hewlên kuştinê hatin dan, lê ev cara yekê ye ku bi awayekî rasterast karmendekî sivîl tê armanc girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse