Romaneke nû ya Selîm Berekat derket

12-02-2019
Besam Mistefa
Nîşan Selîm Berekat Roman Jînenîgariya Hebûnê û Kurtiya Dîroka Qiyametê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Romana nû ya helbestvan û nivîskarê Kurd ê Erebînivîs Selîm Berekat bi navê “Jînenîgariya Hebûnê û Kurtiya Dîroka Qiyametê” derket.

 

Romana nû ya Selîm Berekat ji aliyê Dezgeha Erebî ya Lêkolîn û Belavkirinê ve hate çap û belavkirin.


Li ser pişta bergê pirtûkê wiha hatiye nivîsandin: “Ev roman an dîtina Qiyametê belge ye li ser dexlûdanên serdemê ji bax û bustanên wê bi xwe, li gor rêzbendiya neçarî di bîr û baweriyên têkdan û qirrkirina seranserî de: Dexlûdan hemû term in.”


Li ser romana “Jînenîgariya Hebûnê û Kurtiya Dîroka Qiyametê”, nivîskarê Ereb Emar Ehmed el Şiqêrî wiha dibêje: “Selîm Berekat di stîl û zimanê xwe de yekta û bêhempa ye. Kesên mîna Adonîs, Derwêş, Şêrko Bêkes û Nizar Qebanî bi wî şaşwaz û metelmayî bûne. Ev romana wî ya 24an e.”


Emar herwiha dibêje: “Bûnewerên xerîb û derasayî di vê romanê de cih digirin. Herwiha hinek bûnewerên din jî hene ku ji agir hatine afirandin. Berekat fezaya romana xwe di vê berhema xwe de berfirehtir dike. Bûyerên romanê li ber dergehê Qiyametê rû didin. Diyalogên dûrûdirêj di romanê de cih digirin. Bi kurtî ev roman çîroka tunekirin û qirrkirina mirovan ji hev re li ser rûkê erdê vedibêje.”


Selîm Berekat sala 1951 li gundê Mosîsana yê girêdayî Amûdê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Sala 1970 çû Şama paytexta Sûriyê bi mebesta xwendina Edebiyata Erebî li Zanîngeha Şamê, lê saleke tenê xwend û paşê li Beyrûta paytexta Libnanê hêwirî û heta sala 1982an li wir ma. Piştre çû Qibrisê û li wir bi helbestvanê Filistînî yê navdar ê koçkirî Mehmûd Derwêş re kovara Kermelê derxist.


Berekat ji sala 1999an ve li Swêdê dijî. Heta niha bi dehan dîwanên wî yên helbestan û romanên wî yên balkêş hene û sala 2018an xelata navdewletî ya Max Jacob wergirt.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst