Li Bakurê Kurdistanê rêyên 307 gundan ji ber berfê hatin girtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Girtina Rêyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 307 gundan hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistanê îsal zivistaneke dijwar derbas dibe.

Li Wanê dibistan hatin girtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li parêzgehê ji ber berf û pûkê rêyên 143 gundan hatine girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo paqijkirina berfê û vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.

Li navçeya Ebexê ya Wanê jî ji ber berfê dibistan îro hatin girtin.

Li Colemêrgê rêyên 58 gundan girtî ne

Gelê parêzgeha Colemêrgê ji ber girtina rêyan di çûn û hatinê de rûbirûyî pirsgirêkan bû.

Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand ku li Colemêrg û navçeyên wê ji ber berfê rêyên 58 gundan hatine girtin û xebatên vekirina rêyan didomin.

Li nav bajarê Colemêrgê jî xelk berfa li ber dikan û malên xwe paqij dike.

Xebatên vekirina rêyan didomin

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku li parêzgehê ji ber berf û pûkê rêyên 44 gundan hatine girtin û ji bo xelk mexdûr nebin xebatên vekirina rêyan didomin.

Birêvebirê Xizmetên Rê û Veguhastinê ya Îdareya Taybet a Bedlîsê Umit Kurtkan jî ragihand ku ji ber berfê rêyên 62 gundan hatine girtin û kar û xebatên vekirina rêyan didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst