Li Kobaniyê êşa malbatekê: Çekdaran kurê wan ê dîl îdam kir

2 demjimêr berê
Vîviyan Fetah
Xwişka Mihemed Ehmed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Xwişka Mihemed Ehmed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şervanê Kurd Mihemed Ehmed piştî ku dîl dikeve destê Hêzên Sûriyeyê tê îdamkirin.

Malbata Mihemed Ehmedê 20 salî amadekariya pêşwazîkirina wî dikir.

Malbatê wisa dizanî ku Mihemed Ehmed di destê hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de dîl e lê derket holê ku ew hatiye kuştin.

Li şûna vegera Mihemed, wêneyê cenazeyê wî yê ku li erdê avêtî ye ji malbata wî re hat şandin.

Mihemed Ehmed Huseyînî li Zindana Eqtanê şervan bû.

Dema ku ew û hevalekî xwe ber bi Kobaniyê ve vedikişiyan, di êrişa komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de li gundewarê Kobaniyê dîl ketibûn destê wan.

"Hemzat û Emşatê kurê min ê dîl îdam kir"

Bavê Mihemed, Ehmed Huseyînî diyar kir ku kurê wî piştî ku dîl ketiye destê çekdarên Hemzat û Emşatê hatiye îdamkirin û êşa xwe wiha anî zimên:

"Hemd û şikir ji Xwedê re, kurê min di cihê şeref û mêraniyê de, ji bo vî miletî û vî welatî çû.

Lê Îsraîl jî dîlan nakuje. Çekdarên Hemzat û Emşatê kurê min û hevalê wî îdam kirin. Ti kes wisa nake."

Peyama dawî: Eger rêkeftin çênebe, bi xatirê we

Mihemed 26ê Kanûna Paşîn a îsal peyameke dengî ji xwişka xwe re şandibû.

Wî di peyama xwe de digot, "Eger rêkeftin çêbibe ez dê vegerim, eger çênebe bi xatirê we."

Rêkeftina ku behsa wê dihat kirin 29ê Kanûna Paşîn hat îmzekirin lê temenê Mihemed têrê nekir ku wê rêkeftinê bibîne.

"Em termê wî dixwazin da ku bêhna bavê min derkeve"

Malbata Huseyînî niha tenê daxwaza vegerandina termê kurê xwe dike.

Xwişka Mihemed a bi navê Mûzez Ehmed Huseyînî daxwaza xwe ya ji bo wergirtina termê birayê xwe wisa anî zimên:

"Em dixwazin cenazeyê wî were. Ji doh ve pişta bavê min şikestiye.

Em dixwazin cenaze bê, da ku bêhna bavê min piçekî derkeve."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst