Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Balyozê Gurcistanê yê Îraq, Urdun û Libnanê Archil Dzuliashvili qebûl kir.
Di civînê de li ser bipêşxistina pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dan û standin hatin kirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Balyozê Gurcistanê Dzuliashvili re civiya.
Di civînê de qala hevdîtina hefteya borî ya di navbera Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Gurcistanê de hat kirin.
Ew hevdîtin li Dubaiyê di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de pêk hatibû.
Li ser vê bingehê, her du alî li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Gurcistanê de li hev kir.
Di civînê de her wiha rewşa giştî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê hat nirxandin.
Alî li ser guherînên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên li qadê axivîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse