Ji bo ewlekariya hilbijartinan 600 hezar kes hatine erkdarkirin
Amed (Rûdaw) - Her ku ji 14ê Gulanê roja hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê û parlamentoyê re demeke kin dimîne, nîqaş û dabaşên li ser ewlehiya sindoqan jî di nava partiyên siyasî de geş dibin.
Li gorî Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ji bo ku di hilbijartinan de tu pirsgirêk dernekeve dê li 81 bajaran ji 600 hezarî zêdetir hêzên ewlekariyê peywirdar bikin.
Li gorî biryara wezaratê roja hilbijartinê 326 hezar û 387 hêzên asayîşê, 196 hezar û 197 cendirme, 7 hezar hêzên ewlekariya deryayî, 58 hezar û 685 cerdevan 17 hezar û 209 cerdevanên dildar peywirdar bin.
Rêveberên AK Partiyê dibêjin tu tirs û fikara wan ji ewlehiya sindoqan tune ye û ev hilbijartin dê bi aramî û demokratîk derbas bibe.
Serok AK Partiyê yê bajarê Amedê M. Şerîf Aydin got “Tu metirsiyeke me tune ye. Her tişt temam in. Hemû partiyên siyasî peywirdarên xwe yên li ser sindoqan diyar kirin. Wê hilbijartineke gelek demokratîk, gelek bi konfor û gelek azadane çêbe.”
Rêveberên HDP û Partiya Çepên Kesk ji ewlehiya sindoqan bi tirs in. Lê li gorî ku ew dibêjin ji bo parastina ewlekariya sindoqan wan hemû tedbîrên xwe girtine.
Endamê Encûmena HDPê Racî Bîlîcî dibêje “Ji roja ku hilbijartin dest pê bike heta ku sindoq bêne tespîtkirin, heta ku deng werin hejmartin û radestê Desteya Bilind a Hilbijartinê bikin jî em ê wê pêvajoyê bişopînin. Bi parêzeran û bi berpirsyarên wan sindoqan re em ê heta dawiyê bişopînin.”
Li tevahiya Tirkiyeyê û bajarên Kurdan 190 hezar û 736 sindoqên dengdanê têne danîn.