Foruma Aştiyê: 'Divê gel ji bo aştiyê amade be'

Amed (Rûdaw) - Li Amedê Foruma Aştî û Azadiya Civakî dest pê kir.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axaftina vekirinê ya forumê kir.

Bakirhan ji hikûmetê xwest ku ji bo xurtkirina pêvajoya aştiyê gavên berbiçav û qanûnî bavêje.

CHPyê û MHPyê jî peyamên nivîskî şandin vê forumê.

Ji Başûrê Kurdistanê jî parêzgarên Hewlêr û Dihokê bi şandeyekê beşdarî forumê bûn.

Siyasetmedar, hunermend, nivîskar, akademîsyen, parêzgar û nûnerên gelek raman û baweriyên cuda yên jiyanê hemû ji bo Foruma Aştî û Azadiya Civakî li hev civiyan.

Ev forum ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin.

Şaredariya Amedê bi vê forumê dixwaze reng û baweriyên siyasî yên cuda bîne cem hev.

Bi vî awayî dixwaze bingeha pêvajoya aştiyê xurttir bike.

"Divê gel di warê aştiyê de amade be"

Birêvebirê Foruma Aştî û Azadiya Civakî Omer Saman li ser armanca forumê got:

“Li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir lê me dît ku wê pêvajoya berê xisarek di nava civakê de hiştiye.

Divê gel di warê aştiyê de amade be. Em jî wekî şaredariyê di nav xwe de axivîn, me got gelo em dikarin çi bikin? Ev forum derket pêş.”

"Mifteya çareseriyê vîna Amedê ye"

Foruma Aştiyê bi axaftina vekirinê ya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dest pê kir.

Di axaftina Bakirhan de daxwaza avakirina aştiyeke mayînde derket pêş.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha axivî:

“Li Rojhilata Navîn mifteya çareseriya gelek pirsgirêkên aloz ên siyasî di vîna Amedê de ye.

Roja ku ev vîn û perspektîva çareseriyê ya Enqereyê bibin yek, Tirkiye dê ne tenê pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike.

Dê pirsgirêkên gelek mezin ên li herêmê jî çareser bike.”

Piştgiriya Herêma Kurdistanê

Ji Başûrê Kurdistanê jî şandeyek tevlî Foruma Aştiyê bû.

Ev şande ji Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Dihokê Elî Teter pêk dihat.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw piştgiriya xwe anî zimên û diyar kir:

“Herêma Kurdistanê piştgiriya serkeftina pêvajoya aştiyê dike.

Berê jî di pêvajoya aştiyê de roleke mezin a Herêma Kurdistanê hebû, niha jî heye.

Daxwaza me ya wekî gel û hikûmetê ev e ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi ser bikeve.”

Peyamên CHPyê û MHPyê

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî ji bo forumê hatibûn vexwendin.

Ew bi xwe nehatin lê peyamên wan ên nivîskî li forumê hatin xwendin.

Foruma Aştiyê dê heta 16ê Gulanê bi bernameyên hunerî, panel, semîner û gotûbêjên siyasî bidome.