Neh rêxistinên Kurdî li ser mafên Kurdan li Sûriyê nameyekê didin NY

12-09-2018
RÛDAW
Nîşan Rêxistinên Kurdî Kurd Sûriye Netewên Yekgirtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neh rêxistin û saziyên yasayî û civaka sivîl ên kurdî û kurdistanî daxwaza kombûnekê li pêş baregehê Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê dikin.

 

Di daxuyaniyeke hevbeş de ku kopiyek jê bo Rûdawê hatiye şandin, 9 rêxistin û saziyên yasayî û civaka sivîl ên Kurdistanî bang li rêxistin, partî, deste û rewşenbîrên Kurd dikin, ku îro roja Çarşembiyê, li pêş baregehê Neteweyên Yekbûyî kom bibin.

 

Li gor daxuyaniyê, beşdarên kombûnê dê daxwaza nûneratiyeke dadmendane ji bo Kurdan di komîteya dariştina destûra Sûriyê de bikin.

 

Her li gor daxuyaniyê, beşdarên kombûnê dê nameyekê radestî Nûnerê Navdewletî bo Krîza Sûriyê Staffan De Mistura bikin û tê de daxwazên gelê Kurd pêşkêş bikin.


Di çend rojên bihorî de nûnerên welatên garantor di krîza Sûriyê de, Rûsya, Tirkiye û Îran li Cinêvê bi Şanderê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên Sûriyê Staffan de Mistura re civiyan û derbarê komîteya amadekirina destûra Sûriyê de gotûbêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst