Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Serokkomariya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî ji Rûdawê re ragihand ku Rêveberiya Xweser namîne û dê Sûriye bibe welatekî yekgirtî lê dê mafên Kurdan ên wekî ziman û beşdariya di dewletê de parastî bin.
Berdevkê Komîteya Serokkomariya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî ji Qamişloyê bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
“Ji bo çareseriyê dem pêwîst e”
Li ser pirsa ka di navbera birêvebiriya nû ya Şamê û Rêveberiya Xweser de pirsgirêkên cidî hene yan na, Ehmed Hîlalî got:
"Ez bawer dikim gelek tişt hene ku divê dem jê re hebe. 14 sal in em ji hev dûr in.
14 sal in Rêveberiyeke Xweser li Cizîrê çêbûye. 14 sal in rejîmeke cuda hebû.
Ji ber vê yekê zehmet e ku ev hemû di demeke kurt de werin çareserkirin."
Hîlalî amaje bi gavên ku hatine avêtin da û got, "Bi rastî di van 14 salan de gelek tiştên mezin qewimîn.
Vekirina rêya M4ê ku ji Îraqê heta Urdinê diçe û di Hesekê û Til Temirê re derbas dibe, encameke gelekî mezin bû.
Me di nav du-sê rojan de ev rê vekir. Berê me dît ku xelkê Efrînê vegeriyan Efrînê. Her wiha doh me dît ku girtî hatin berdan.
Bi rastî gelek dosyayên me hene ku ji bo çareserkirinê divê demeke dirêj hebe."
“Rêveberiya Xweser namîne”
Hîlalî li ser paşeroja Rêveberiya Xweser û kantonan got:
“Em dixwazin Sûriye bibe welatekî yekgirtî ji bo hemû pêkhateyan, ne ku ji hev qut be.
Em ji van tiştên wekî ‘kanton’ û ‘Rêveberiya Xweser’ xilas bibin û Sûriyeyeke yekgirtî ji bo hemûyan ava bikin.”
Li ser pirsa “Rêveberiya Xweser namîne?” Ehmed Hîlalî bi zelalî bersiv da û got:
“Na, namîne. Tiştek bi navê Rêveberiya Xweser namîne, tiştek bi navê Asayîşê namîne.
Ev hemû dê herin û dê dewletek hebe. Dê bi navê dewletê bên yekkirin.
Dê tevlî dewletê bibin. Dema ez bi Latînî bibêjim ‘entegrasyon’.”
Mafên Kurdan
Hîlalî tekez kir ku ev yek nayê wateya tunekirina destkeftiyan û wiha pê de çû:
“Lê wek mînak zanîngeh, dibistan, mamoste û saziyên din dê hemû bimînin.
Li gorî biryarnameya hejmar 13ê, zimanê Kurdî bûye zimanekî niştimanî.
Kurd dikarin bi zimanê xwe bixwînin û karên xwe bikin. Dê dibistanên wan, zanîngehên wan vekirî bin.”
Paşeroja navê "Komara Ereban a Sûriyeyê"
Li ser pirsa derbarê îhtimala guhertina navê fermî yê dewletê "Komara Ereban a Sûriyeyê", ku hestasiyetê li cem Kurdan çêdike, Ehmed Hîlalî destnîşan kir ku ev mijareke parlamentoyê ye.
Hîlalî got, “Gelek qanûn hene ku dê di parlamentoyê de bên gotûbêjkirin. Dê di parlamentoya nû de blokeke Kurdan hebe.
Ew dikarin bi awayekî fermî pêşniyar bikin ku peyva 'Ereban' ji navê welat bê derxistin û nav bibe 'Komara Sûriyeyê'. Ev mijar dê di parlamentoyê de were çareserkirin.”
“Me xwest ku Kurd û Ereb nêzîkî hev bibin”
Berdevkê Komîteya Serokkomariyê li ser mafên Kurdan wiha axivî:
“Gelek cihên ku Kurd karibin tê de cihên bilind wergirin hene. Wek mînak Sîpan Hemo bû Alîkarê Wezîrê Parastinê.
Ev postekî gelekî mezin e. Gelek Kurdên din hene ku di hikûmetê de cihên bilind wergirtine.
Dema ku me biryar da ku Esed Şeybanî bibe Wezîrê Karên Derve, me xwest ku em nîşan bidin ku Kurd û Ereb dikarin bi hev re bixebitin.
Me xwest em dilê xelkê xweş bikin. Em naxwazin cudahî di navbera Kurd û Ereban de hebe.”
Li ser pirsa gelo dê postên din ên wekî alîkarê wezîr, balyoz û konsolos jî bidin Kurdan, Hîlalî got:
“Ew derî negirtî ye, berevajî, ew derî gelekî vekirî ye. Ji bo her Kurdî û ji bo her kesê ji pêkhateyên din jî vekirî ye.
Êdî Sûriye bûye ya hemûyan. Ne tenê ya Kurdan, ne tenê ya Ereban.
Em dixwazin Kurdên li herêmê bigihîjin wê baweriyê ku ev dewlet dewleta wan e û kî xwedî şarezayî be, dikare cihê xwe bigire.”
Taybetmendiya herêmên Kurdan
Hîlalî derbarê taybetmendiya herêmên Kurdan de wiha axivî:
“Divê em careke din bibêjin ku taybetmendiyek ji bo herêmên Kurdan, bajarên Kurdan heye.
Dê birêvebirin ji aliyê xelkê herêmê bi xwe ve be. Mînak, birêvebirê Kobaniyê dê Kurdek û ji xelkê Kobaniyê be. Berê wisa nebû. Ev yek ji bo hemû Sûriyeyê ye.”
Ehmed Hîlalî diyar kir ku ew naxwazin li Sûriyeyê pergala “muhase”yê (parvekirina li ser bingeha kotayan) hebe û got:
“Em naxwazin bibêjin ev cih ji bo filankesî ye. Na, yê ku karibe bixebite û jêhatî be, dikare cihê xwe bigire.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse