Serokê Zankoya Zaxoyê: Dê nexşe careke din were danîn

12-09-2022
RÛDAW
Nîşan Zankoya Zaxoyê Kurdistana Mezin Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Zankoya Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê, nexşeya Kurdistana Mezin a ku li ber deriyê zankoyê danîbû rakiriye, li şûna wê jî nexşeya Başûrê Kurdistanê daniye. Serokê Zankoya Zaxoyê diyar kir ku ew nexşe dê careke din were danîn.

Berî niha li ser deriyê Zankoya Zaxoyê nexşeya Kurdistana Mezin hatibû danîn lê paşê ew bi ya Başûrê Kurdistanê re guhertibûn, guhertina nexşeyê ji aliyê rêveberiya zankoyê ve di nava torên civakî de belav bibû û bikarhêneran bertek nîşan dabû.

Li gorî Serokê Zankoya Zaxoyê Dr. Nazim Ceqsî ku ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku ew nexşe gelek mezin bûye û ne guncaw bûye bo wî cihî, hatiye rakirin û li şûna wê nexşeya Başûrê Kurdistanê hatiye danîn.

Serokê Zankoya Zaxoyê Dr. Nazim Ceqsî da xuyakirin ku navenda lêkolînan a zankoyê niha lêkolînê li ser vê mijarê dike û piştî temambûna wê dê careke din nexşe were danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst