Stêrkên Amedsporê daketin nav gel

Amed (Rûdaw) - Stêrkên Amedsporê Dia Saba û Aytaç Kara di çalakiya îmzekirina formayan de bi alîgiran re hatin cem hev.

Alîgiran eleqeyeke mezin nîşanî her du futbolîstan da û Saba bi Kurdî got, "Her bijî Amedspor."

Stêrkên Amedsporê, Dia Saba û Aytaç Kara, di merasîmeke taybet de formayên alîgiran îmze kirin.

Keç û xort, jin û mêr, bi sedan alîgir ji bo ku formayên xwe bidin îmzekirin û bi futbolîstên tîma xwe re wêneyan bigirin, li ber dikana Amedsporê kom bûn.

Alîgirên ku beşdarî çalakiyê bûn, kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Alîgirê bi navê Welat Gunay got, “Ez ji bo Dia Saba û Aytaç Kara hatime. Ji bo îmzeya wan û ji bo alîkariya tîma me hatime."

Alîgira bi navê Kubra Altay jî wiha axivî, “Em ji bo Amedsporê hatin. Em jê pir hez dikin. Dia Saba ji bo me can e. Heta niha 5 gol avêtine, înşallah zêdetir bavêje.”

Alîgirê bi navê Alî Turk jî hezkirina xwe ya ji bo Saba anî ziman û got, “Ez ji Dia Saba pir hez dikim. Ji ber ku ji Îsraîlê ye, pir diçin ser wî. Ji ber vê yekê ez zêdetir jê hez dikim.”

Saba: Hesteke bêhempa ye

Dia Saba û Aytaç Kara jî ji eleqeya alîgiran gelekî kêfxweş bûn.

Futbolîstê Amedsporê Dia Saba got, “Ez dixwazim bêjim ku ez bi hatina vir gelekî kêfxweş im.

Hesteke bêhempa ye ku mirov tê ba alîgiran. Hêvîdar im em dê vê yekşemê bi ser bikevin û vê serkeftinê diyarî alîgiran bikin.”

Futbolîstê Amedsporê Aytaç Kara jî wiha axivî, “Pir xweş e. Xwişk û birayên me li vir kom bûne. Mala wan ava. Ez pir kêfxweş im ku niha bi wan re me.”

Amedspor di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de têdikoşe. Tîma kesk û sor bi serkeftinên xwe yên dawî balê dikişîne û Dia Saba û Aytaç Kara jî wekî stêrkên tîmê derdikevin pêş.