کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Barzanî-Mela Bextiyar

Barzanî-Mela Bextiyar

kurdistan

Serokwezîr Barzanî: Me çek ji Kobanî re şandiye lê em nikarin hêz bişînin

RÛDAW

RÛDAW

12-10-2014
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW12-10-2014

Nûçeyên Têkildar

Marco Rubio û Al Sanî li Washingtonê dicivin
Cîhan23-11-2026

Marco Rubio û Al Sanî li Washingtonê dicivin

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama Abdullah Ocalan eşkere kir
TIRKIYE23-11-2026

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama Abdullah Ocalan eşkere kir

Serokê PWKyê: Nîqaşên ku zererê didin HEVBENDIyê nayên qebûlkirin
Kurdistan23-11-2026

Serokê PWKyê: Nîqaşên ku zererê didin HEVBENDIyê nayên qebûlkirin

Silêmanî (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir, êrişên hewayî yên li dijî çekdarên DAIŞê yên li Kobanî bi hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê tên kirin. Barzanî her wiha ragihand, wan çek û cebilxane ji Kobanî re şandine lê ji ber şert û mercên cografî ew nikarin hêz bişînin.

Îro li Silêmaniyê civîna PDK û YNKê hat lidarxistin. Piştî civînê ku taybet li ser nakokî û pêwendiyên her du partiyan hatibû lidarxistin, Cîgirê Serokê PDKê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar li ser naveroka civînê agahî dan rojnamevanan.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa Kobanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê li hember rewşa Kobanî xemsar nebûye û da zanîn, Herêma Kurdistanê çek û cebilxane ji Kobanî re şandine lê ji ber şert û mercên cografî nikarin hêz bişînin.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku êrişên hewayî yên ku ji aliyê balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman ve li dijî çekdarên DAIŞê yên li Kobanî tên kirin, bi hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî tê pêkanîn.

Serokwezîr Barzanî eşkee kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî mijûlî wê yekê ye ku alîkariya civaka navdewletî bo Kobanî bidest bixe.

Li ser pêwendiyên navbera YNK û PDKê jî ku tê gotin pir aloz bûye, Nêçîrvan Barzanî û Mela Bextiyar anîn ziman ku divê pêwendiyên her du partiyan xurt û bihêz bibe û dan zanîn, di civînê de biryar hat dayîn lêjneyek were avakirin ji bo ku pêwendiyên her du partiyan li ber çavan re derbas bike.

Hat gotin ku ji PDKê Nêçîrvan Barzanî û ji YNKê jî dê Mela Bextiyar karên lêjneyê bidin meşandin.

Mela Bextiyar her wiha got ku ew heta niha jî girêdayî “rêkeftina stratejîk” a navbera YNK û PDKê ne.

Pirsên