Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê barîna berfê bandoreke neyînî li ser jiyana rojane û çûn û hatinê kir û bi taybetî li ser rêya di navbera Erzingan û Sêwazê de gelek wesayît di rê de man.
Barhilgir di rê de man
Êvara îro li ser rêya sereke ya di navbera Erzingan û Sêwazê de berfê dest pê kir û bandoreke neyînî li ser çûn û hatinê kir.
Bi taybetî barhilgirên ku amadehiyên xwe yên zivistanê nekiribûn li ser rê asê man.
Ji ber vê yekê beşek ji rê demekê ji çûn û hatinê re hat girtin.
Tîm rê paqij dikin
Tîmên Birêvebiriya Rêyên Bejayî çûn herêmê û wan dest bi xebatên paqijkirin û xwêreşandinê kir da ku rê ji çûn û hatinê re vekirî bimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse