ÎDIA - Navên 3 fermandarên HSDyê yên ku dê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin diyar bûn

12-11-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Artêşa Sûriyeyê Koalîsypn Loqman Xelîl Çiya Kobanî Cemîl Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Erebî îdia kir ku di çarçoveya dan û standinên entegrasyonê yên bi Şamê re, 3 fermandarên payebilind ên Kurd ên HSDyê dê di fermandariya artêşa Sûriyeyê de cih bigirin.

Lê belê berpirsên HSD û Rojavayê Kurdistanê ev îdia red kirin.

Piştî hevdîtina Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re ya li Koşka Spî, tê gotin ku Şam xwe ji bo gera nû ya dan û standinên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de amade dike.

Çavkaniyên fermî yên Sûriyeyê û yên HSDyê ji Al Arabiyayê re ragihand ku gotûbêj dê li ser bipêşxistina bicihanîna xalên rêkeftina 10ê Adarê bin û ev yek jî tevlîkirina HSDyê ya di nav artêşa Sûriyeyê de û tayînkirina fermandaran ji bo postên fermî yên di nav saziya leşkerî de li xwe digire.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku ev gera dan û standinan berê hatibû plankirin, lê ji ber serdana Şer û Şeybanî ya Washingtonê, gotûbêj hatibûn taloqkirin.

Li aliyê din, hat zanîn ku piştî hevdîtina Şer a bi Trump re, Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re bi rêya telefonê axiviye.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûye û ew bi biryar in ku mijara entegrasyona bi artêşa Sûriyeyê re bileztir bikin.

“Navê 3 fermandarên HSDyê eşkere bûn”

Çavkaniyên HSDyê her wiha ragihand ku piştî lihevkirina li ser tevlîbûna HSDyê ya di nav artêşa Sûriyeyê de wekî blokekê, navê 3 fermandarên leşkerî yên ku dê di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de cih bigirin eşkere kirin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku "Artêşa Sûriyeyê ji lîwa û tugayan pêk tê û ji ber vê yekê HSD jî dê bi kêmanî bi lîwayek û du tugayan were entegrekirin."

Li gorî ajansê, sê berpirsên HSDyê yên ku dê serkêşiya van lîwa û alayan bikin, Loqman Xelîl, Çiya Kobanî û Cemîl Kobanî ne.

“Koalîsyon dê beşdarî civînan bibe”

Piştî ku Sûriye tevlî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bû, tê payîn ku berpirsên Amerîkayê beşdarî van rûniştinên dan û standinê yên di navbera HSD û Şamê de bibin.

Şamê pêşniyar li HSDyê kiriye ku bi şertê guhertina destûra daîmî ya welêt, hêzên wê di serî de bi rêya lîwayek û du tugayan tevlî hêzên çekdar bibin.

Di destûrê de dê şêweyê sîstemeke rêveberiya nenavendî ya ku HSD daxwaz dike, were diyarkirin.

Wezîrê Derve Şeybanî yê ku bi hevtayên xwe yên Amerîkî û Tirk re civiya bû, gotibû:

"Me li hev kiriye ku di bicihanîna rêkeftina 10ê Adarê de pêşketin çêbibe."

Her wiha parvekirina çavkaniyên petrolê, rêveberiya deriyên sînorî û Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê û naskirina pêkhateya Kurd a di destûrê de jî di çarçoveya rêkeftinê de ne.

HSDyê du hefte berê lîsteya navên 70 fermandarên jin û mêr ên ku dê di Wezareta Parastinê û Sererkaniya Sûriyeyê de cih bigirin, radestî Şamê kiribû.

Hevkariya li dijî terorê

Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hamza El-Mistefa duh di daxuyaniyekê de ragihand ku Sûriyeyê daxuyaniya hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê re îmze kiriye.

Li gorî Reutersê, El-Mistefa tekez kir ku welatê wî dê "di têkoşîna li dijî terorê û piştgirîkirina aramiya herêmî de bi koalîsyonê re hevkariyê" bike.

Rêveberiya Xweser û HSD îdiayan red dikin

Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî diyar kir ku dan û standinên ji bo bicihanîna rêkeftina 10ê Adarê ya bi Şamê re dê berdewam bikin û got ku dibe ku bicihanîna xalên rêkeftinê heta dawiya salê dirêj bibe.

Bedran Çiya Kurd ji kanala El-Yewm re axivî û diyar kir ku divê di nav Sûriyeyeke yekgirtî de sîstemeke rêveberiya nenavendî ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê diparêze were bicihanîn û anî ziman ku israra Şamê ya li ser navendîparêziyê dibe sedema rawestandina dan û standinan.

Çiya Kurd her wiha diyar kir ku îdiayên derbarê destnîşankirina navên fermandarên ku dê di artêşa Sûriyeyê de kar bikin de ne rast in.

Endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê Sîpan Hemo jî ji Nûmedya24ê re got ku wan ji destpêka dan û standinan ve "entegrasyona demokratîk" û "piştgiriya yekîtiya hemû hêzên Sûriyeyê" kirine.

Hemo li ser navan got, “Divê were gotin ku heta niha di mijarên bingehîn de rêkeftineke fermî çênebûye. Fermandarên ku navê wan derbas dibe, heta niha ji aliyê me ve nehatine piştrastkirin.”

Sîpan Hemo tekez kir ku ew dixwazin bi birêvebirî û artêşa nû ya Sûriyeyê re bixebitin û bibin "hêza sereke" ya ku hemû gelên Sûriyeyê biparêze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst