Li Rojavayê Kurdistanê neft li xelkê tê belavkirin

12-12-2018
RÛDAW
Şaredariya Mergede ji bo dabeşkirina sotemeniyê lijneyek pêkaniye
Şaredariya Mergede ji bo dabeşkirina sotemeniyê lijneyek pêkaniye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Heseke Mergede Sotemenî Neft
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya dabeşkirina sotemenî û bajarokê Mergede û gundên derdora wê bi hevahengiya navbera Encûmena Sivîl û Serokatiya Şaredariya Mergede destpê kiriye.

 

Hejmareke zêde ya xelkê li ber Serokatiya Şaredariya Mergede ya Parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kom bûne. Li vê derê Şaredariya Mergede dest bi proseya dabeşkirina sotemeniyê bo zivistana îsal kiriye û xelkê bajarok û gundên derdorê ji bo wergirtina neftê destpêkê navê xwe li şaredariyê tomar dikin.


Derbarê vê mijarê de Hevserokê Şaredariya Mergede Elî Huseyin wiha got: “Zivistana îsal bo xelkê dijwar dibe, lewra Şaredariya Mergede bi hevahengiya ligel Encûmena Sivîl hewl dide vê pirsgirêkê li Mergede û gundên wê çareser bike. Wek mînak, em niha sotemeniyê bi ser xelkê bajarokê Mergede û gundên wê de belav dikin û me ji sedî 60ê proseyê temam kiriye."


Şaredariya Mergede ji bo dabeşkirina sotemeniyê lijneyek pêkaniye û lijne piştî tomarkirina navê serokên malbatên navçeyê, neftê li wan belav dike. Li gor berpirsên bajarok, her malbatek 220 lîtreyan wate yek bermîl neft bo zivistana îsal werdigire.


Hevseroka Şaredariya Mergede Selwe Silêman jî got: “Em hewl didin bi hevahengiya ligel encûmenê lokalî û lijneyan sotemeniyê bi ser xelkê de dabeş bikin û her malbatekê bermîleke 220 lîtreyî sotemenî didinê."


Proseya dabeşkirina sotemenî û bajarokê Mergede û gundên derdora wê bi hevahengiya navbera Encûmena Sivîl û Serokatiya Şaredariya Mergede tê birêvebirin û heta niha ji sedî 60ê proseya dabeşkirinê qediya ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst