Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku nêzîkî 550 malbatên ku ji ber şer ji herêmên Reqa û Tebqayê koçber bûne, gihiştine Rojavayê Kurdistanê.
Seroka rêxistinekê jî dibêje ku ew koçberan li mizgeft û dibistanan bi cih dikin û rewşa wan xirab e.
Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Rojavayê Kurdistanê Hediye Qamişlo li ser rewşa koçberên ku ji ber şer derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne ji Rûdawê re axivî.
Hediye Qamişloyê got, "540 malbat ji ber şer ji rojavayê Feratê gihiştine herêmên Rojavayê Kurdistanê."
Li gorî gotina Hevseroka Heyva Sor a Kurd, ji wan koçberan 400 malbat çûne Qamişloyê, 100 malbat çûne Dêrikê û 40 malbat jî çûne Amûdê.
Hediye Qamişloyê diyar kir ku hejmarek malbatên din di rê de ne û ji bo ku xwe ji êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê biparêzin berê xwe didin herêmên aram.
"Tîmên me amade ne"
Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Rojavayê Kurdistanê her wiha got:
"Me navendên xwe yên tenduristiyê yên gerok û hemû tîmên xwe ji bo pêşwazîkirina koçberan belav kirine û ew ji bo alîkariyê amade ne."
Pêdiviya wan bi şîr û xwarinê heye
Seroka Rêxistina Aştiyê ya li Qamişloyê Îman Îbrahîm jî îro ji Rûdawê re ragihand:
"Rewşa koçberan gelekî xirab e, ji doh ve xelk tê û niha jî gelek malbat di rê de ne."
Seroka Rêxistina Aştiyê ya Qamişloyê wiha pê de çû:
"Pêdiviya koçberan bi şîr, pêçek û xwarinê heye, rêxistinên navneteweyî jî alîkariya pêwîst pêşkêş nekiriye.
Ji ber zêdehiya hejmara koçberan dabînkirina cihê manê di vê sermayê de zehmetiyeke zêde çêkiriye.
Loma em neçar in ku wan li mizgeft û dibistanan bi cih bikin."
Piştî êrişên 6ê vê mehê yên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li du taxên Kurdan ên li Helebê, di du rojên borî de artêşê careke din êrişî herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de kir û ji ber vê yekê bi hezaran kes koçber bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse