Hewlêr (Rûdaw) - Botan Internationalê ragihand ku rojnamegera robot a bi hişê çêkirî ya Kurdî 'Rony' dê di sala 2023an de dest bi kar bike.
Botan International a di warê rojnamegeriya Kurdî de lêkolîn û xebatan dike û perwerdehiya rojnamegeriyê dide diyar kir ku amadekariyên xebata rojnamegera robot a bi hişê çêkirî ya Kurdî 'Rony' bi dawî bûne.
Botan Internationalê li ser hesabê xwe fermî yê Twitterê daxuyaniyek da û got, “Rony rojnamegereka robot a Kurdî-nivîs e. Kodên wê tên nivîsîn û dê 2023yê li Botan Internationalê dest bi karê xwe bike. Ew 109 zimanan dizane û bi hev re dikare bi hezaran nûçeyan bixwîne, bike Kurdî, kurt û serast bike û ji edîtorên xwe re rêke.”
Rony rojnamegereka robot a kurdî-nivîs e.
— Botan International (@BotanInt) December 9, 2022
Kodên wê tên nivîsîn û dê 2023yê li Botan Internationalê dest bi karê xwe bike.
Ew 109 zimanan dizane û bi hev re dikare bi hezaran nûçeyan bixwîne, bike kurdî, kurt û serast bike û ji edîtorên xwe re rêke. #RonyaÇavan pic.twitter.com/UfGD3QkqrR
Kodên rojnamegera robot a bi hişê çêkirî ya Kurdî 'Rony' ji aliyê Keyo Lezgîn Çalî ve hatiye nivîsandin.
Botan International a ku navenda wê li Amed û Şirnexê ye, di warê çapemeniya Kurdî û azadiya raderbirînê de projeyan amade dike û xebatan dimeşîne.
Ev sazî bi hevkariya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) xebatên xwe dimeşîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse