Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê ragihand ku komên çekdar ên hikûmeta Şamê du caran êrişî derdora Bendava Tişrînê kir.
Li gorî daxuyaniya HSDyê, di van êrişan de dronên xwekuj û topên giran hatine bikaranîn.
Hevdem li gel van êrişan, gundê Um El-Merayê yê li başûrê Dêr Hafirê jî bi mûşekan hatiye topbarankirin.
HSDyê her wiha da zanîn ku li herêmê aloziya leşkerî didome.
Aloziyên di navbera Artêşa Ereban a Sûriyeyê û HSDyê kûrtir dibin.
Li aliyê din HSDyê îro berbangê jî ragihand ku çekdarên komên girêdayî hikûmeta Şamê li gundewarê Dêrezorê êrişî xalên wan kiriye.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êriş şeva borî demjimêr 11:25an li bajarokê Ebû Hemamê yê gundewarê rojhilatê Dêrezorê pêk hatiye.
"Ji aliyê din ê Feratê ve êriş kirin"
Li gorî daxuyaniyê, çekdaran ji aliyê din ê Çemê Feratê ve bi çekên otomatîk gule li xalên HSDyê barandine.
HSDyê destnîşan kir ku di êrişê de ti ziyanên canî di nava hêzên wan de çênebûne.
"Hêzên me bersiv da"
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şervanên HSDyê yekser bersiva çavkaniyên êrişê daye û wiha hat gotin:
"Hêzên me ji bo misogerkirina ewlehiya xalan û parastina herêmê hemû tedbîrên pêwîst girtin."
Artêşa Ereban a Sûriyeyê Dêr Hafir û Meskene kirin herêmên leşkerî
Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê hişyariyeke belav kir û Dêr Hafir û Meskene wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihandin.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê îdia kir ku ew herêm bûye cihê rabûna dronên xwekuj ên Îranî yên ku bajarê Helebê bombebaran dikin.
Di daxuyaniyê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi komkirina hêzan û hevkariya bi PKKyê û “bermahiyên rejîma rûxiyayî" ve hatin tohmetbarkirin.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê nexşeyek belav kiriye û dibêje:
“Herêma ku bi rengê sor hatiye diyarkirin, ji vê dîrokê pê ve wekî herêma leşkerî ya girtî tê hesibandin.”
"Vekişin rojhilatê Feratê"
Di daxuyaniyê de bangî sivîlan hat kirin ku ji baregehên HSDyê yên li wê herêmê dûr bisekinin.
Her wiha hişyarî hat kirin û hat gotin:
"Divê hemû komên çekdar ên li vê herêmê vekişin rojhilatê Feratê. Canê xwe biparêzin."
Artêşa Ereban a Sûriyeyê îdia kir ku ji bo rêgirtina li bikaranîna vê herêmê ya ji bo operasyonan ew dê hemû gavên pêwîst bavêjin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse