Hewlêr (Rûdaw) - Tê pêşbînîkirin ku biryara vekişîna hêzên amerîkî ji Sûriyê, di çend rojên bê de têkeve warê cîbicîkirinê. Di encamê de jî, valahiyek li navçeyên rojhilatê Firat, bakur û rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dirust bibe.
Berdevkê Operasyonên Dewletên Hevpeymaniya li Dijî DAIŞê, di Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê de, Kolonêl Sean Ryan ragihand, hêzên amerîkî dest bi vekişandina hinek amûrên xwe yên serbazî ji Sûriyê kirine, lê heta niha leşkerên amerîkî li wê deverê mane.
Ev vekişandin ji aliyê Waşingtonê ve bi têkbirina DAIŞê ve girêdayî ye, di demekê de ku danûstandin di navbera Waşington û Enqerê de, derbarê paşeroja navçeyê berdewam in.
Endameke Serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), ku nexwest navê wê eşkere bibe, ji Rûdawê re got, derbarê gotûbêjkirina rewşa navçeyê di qonxa piştî vekişîna hêzên amerîkî de, heta niha ti vekişandin nehatiye encamdan, ne jî ti hevîdtin di navbera aliyê amerkî û ENKSê de hatiye encamdan.
Endama Serkirdayetiya ENKSê ji Rûdawê re got, hewl têne dan ku hevdîtinek bê encamdan, lê ENKS jî dibîne ku biryar a Amerîkayê ye, di heman demê de ENKS kar li ser wê yekê dike ku pêkhateyên navçeyê bibîne û bi mebesta parastina aştî, aramî û ewlehiyê, hemû alî bi hev re hevahengiyê bikin, di demekê de ku heta niha di navbera ENKSê û Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) de, ti gav di vî warî de nehatine avêtin.
Endamê Nivîsgeha Pêwendiyên Dîplomasî yên Encûmena Sûriyeya Demokratîk MSDê, Sîhanok Dîbo jî ji Rûdawê re got: “Di praktîkê de tiştekî berbiçav di warê vekişandina hêzên amerîkî de nehatiye diyarkirin”.
Sîhanok Dîbo diyar kir, eger heye ku biryara vekişînê bê serastkirin, ji ber ku alternatîva vê gavê ne diyar e, lê eger hat û ev gav hate avêtin û valahiyek hate dirustkirin, Rêveberiya Xweser û MSDê amade ne berevaniyê di ber statuya xwe de bikin.
Sîhanok Dîbo got: “Pêwîstiya biryara vekişîha hêzên amerîkî bi xwendineke misoger heye, ji bo ku navçe nekeve rewşeke bêserûber”.
Dîbo tekez kir ku di asoya nêzîk de tiştekî zelal û diyar nîne, lê ew di wê baweriyê de ne ku hemû ew hêz û aliyên derve ku destêwerdanê di karûbarên wan navçeyan de dikin, dê li wê derê nemînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse