Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê 419 saziyên ku ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û komeleyan pêk tên bi daxuyaniyekê banga naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir.
Li Bakurê Kurdistanê ji bo naskirina statuya Rêveberiya Xweser bi navê “Ji Rojavayê re Statu, ji Gelan re Azadî” dest bi kampanyayeke îmzeyan hat kirin.
Di deklerasyona ku ji aliyê 419 sazî, partî û rêxistinên civaka sivîl ên Bakurê Kurdistanê ve hat îmzekirin de banga naskirina statuya Rojavayê Kurdistanê tê kirin.
Îro li Amedê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) bi beşdariya Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û nûnerên partî, sazî, komele û rêxistinan daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de amaje bi pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat kirin û hat gotin:
“Pêşhatên vê dawiyê yên li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Sûriyeyê careke din nîşan da ku ew projeyên li ser bingeha tinehesibandinê û yek neteweyiyê hatine avakirin nikarin li ser pêyan bimînin.
Take rêya çareseriyê ya li Sûriyeyê ew e ku hemû gel li wê cografyaya ku lê dijîn bixwe xwe bi rê ve bibin.”
Di daxuyaniyê de behsa modela Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê hat kirin û hat gotin:
“Di 10 salên dawî de li Rojavayê ew modela ku bi pêşengiya jinan hatiye avakirin ji bo gelan aştî û aramî aniye.
Tirkiyeya ku sed sal in pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser nekiriye, îro hewl dide wê modela demokratîk a birêvebiriyê ku li Rojavayê hatiye avakirin ji holê rake.”
"Çareseriya pirsgirêka Kurdan dê aştiyê bîne"
Di dawiya daxuyaniyê de banga naskirina statuya Rêveberiya Xweser hat kirin û hat gotin:
“Banga me ev e, êdî tehemûla gelên li herêmê dijîn li hemberî bê statubûnê nemaye.
Bi taybetî çareseriya pirsgirêka Kurdan a bi rêyên demokratîk, dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn.
Em bangî hemû aliyan dikin ku Rêveberiya Xweser nas bikin û piştgiriya avakirina birêvebiriyeke demokratîk bikin.”
Hin ji wan saziyên ku daxuyanî îmze kiriye ev in:
“DEM Partî, DBP, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Însan û Azadiyê, Partiya Azadiyê, Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger, Komeleya Şêx Seîd, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Sosyalîstên Bindest, Konfederasyona Agiriyê, Platforma Komeleyên Başûrrojhilat û Federasyona Komeleyên Amedê.”
#VÎDEO - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kampanyayeke bi navê "Ji Rojavayê re Statu, ji Gelan re Azadî" da destpêkirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 26, 2025
📌 Di daxuyaniyê hat gotin:
🎙️ Sedsala borî nîşan da ti hevkêşe û hesabên ku heqîqeta erdnîgariya me înkar dikin nabin çareserî pic.twitter.com/pdED9YbbKC
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse