CHP û DEM Partî dê li Rihayê tifaqê bikin

13-02-2024
Nîşan CHP DEM Partî Riha Tifaq
A+ A-

Hewlêr (Rûdawe) – Partiya Komarî ya Gel (CHP), ji bo hilbijartinên 31ê Adarê gelek navên gelek namzedên din eşkere kirin.

CHPyê heta niha xeyn ji Rihayê ji bo hemû şaraderiyên bajarên mezin namzed destnîşan kirine.

Li gorî agahiyan, CHP di çarçoveya “lihevkirina li bajaran” de li Rihayê namzedên xwe dernaxe û dê bi DEM Partiyê re tifaqê bike.

CHPyê doh namzedên xwe yên 4 şaredariyên bajarên mezin û 10 navçeyan eşkere kirin.

Bi awayî namzedên CHPyê yên hemû şaraderiyên bajarên mezin diyar bûn.

CHPyê heta niha tenê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê namzed destnîşan nekiriye.

Tê gotin ku dê CHP û Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li Rihaya Bakurê Kurdistanê bi hev re bixebitin.

Heta niha her du aliyan jî li ser mijara “tifaqa li Rihayê” ti daxuyaniya fermî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst