Komîteya Mafê Mirovan: Hêzên êrişkar demografiya Efrînê diguherînin

14-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Guhertina demografiya Tirkiye Êriş Bierebkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Mafê Mirovan li Efrînê daxuyaniyek di derbarê bicîkirina ereban li gundên kurdan li wê hrêma Rojavayê Kurdistanê belav kir.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, hinek zanyarî hene ku amaje bi wê yekê dikin, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve erebên koçber ên kampa Etmê li gundên kurdan ên li herêma Efrînê ku ji ber êrişan koçber bûne, bi cih dikin.

 

Komîteya Mafê Mirovan li Efrînê, bicihkirina ereban li gundên kurdan li Efrînê hewleke ji bo guhertina demografiya wê herêmê û tekez dike, ev projeyeke nû ya Zinara Erebî (Kembera Erebî) ye ku vê carê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê tê pêkanîn.

 

Herwiha di beşeke din a vê daxuyaniyê de tê gotin, ku Komîteya Mafê Mirovan li Efrînê wan hewlên ji bo guhertina demografiya Efrînê protesto dike û daxwazê ji rêxistin û komîteyên navdewletî yên mafê mirovan û NATO û Neteweyên Yekgirtî dike ku demildest bikevin nava tevgerê ku vê dagîrkerî û guhertina demografîk rawestînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst