Hikûmeta Kurdistanê: Propaganda êrişkeran ji rastiyê dûr e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, li ser êrişa mûşekî dibêje, “Cihê hatiye armanckirin, cihekî medenî bûye û ev hincit (îddîaya hebûna binkeya Îsraîlê) tenî ji bo veşartina vê tawana kirêt e.”
Şeva derbasbûyî bi 12 mûşekan êrişek li ser Hewlêrê hat kirin û Supaya Pasdaran îro bi fermî berpirsyariya wan êrişan li xwe girt û îddîa kir ku wan binkeyeke Îsraîlê kiriye armanc.
Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê êrişa mûşekî ya şeva derbasbûyî de li ser Hewlêrê, daxuyaniyek belav kir.
Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dibêje, “Derbarê êrişa tirsonek a berbanga roja 13.03.2022 li ser Hewlêrê, ku qaşo bi hinceta lêdana binkeyeke Îsraîlê ya li nêzikî Konsulxaneya Amerîkayê bûye, em radigihînin ku cihê hatiye armanckirin, cihekî medenî bûye û ev hincet, tenê ji bo veşartina vê tawana kirêt e p propagandaya encamderên êrişê jî ji rastiyê dûr e.”
Di daxuyaniya Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de hatiye, “Ev çendîn car e Îran van destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civaka navdewletî li hember van êrişên tirsonek, rêxweşker dibe bo berdewamiya tawanên bi vî awayî.”
Li gor daxuyaniya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, di encama êrişa mûşekî de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyana maddî çêbû.