Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran berpirsyariya êrişa bo ser Hewlêrê li xwe girt. Supaya Pasdaran dibêje, “Navenda Plangerî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan bû armanca mûşekên me yên bihêz.” Parêzgarê Hewlêrê red kiribû ku ti binkeyeke Îsraîlê li Hewlêrê hebe.
Şeva derbasbûyî bi 12 mûşekan êriş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û Supaya Pasdaran jî bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê li xwe girt.
Supaya Pasdaran li ser sedema êrişê di daxuyaniya xwe de gotiye, “Di encama tawanên vê dawiyê yên rejîma sexte ya Siyanîst û ragihandina ku ew tawan bê bersiv namînin, şeva derbasbûyî Navenda Plangerî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan bi mûşekên bihêz ên Supaya Pasdaran hat armanckirin.”
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro di kongreyeke rojnamevanî de li ser pirsa Rûdawê tekez kir, ti binke û cihên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê tune ne.
Supaya Pasdaran hefteya derbasbûyî kuştina du efserên xwe yên pilebilind li Sûriyê ragihandibû û gotibû ew piledar di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin û gefa tolhildanê xwaribû.
Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de hatiye, “Em careke din rejîma tawankar a Siyonîst hişyar dikin, dubarekirina her xerabiyekê bi bersiveke tund, yekalîker û wêranker re rûbirû dimîne. Em gelê mezin ê Îranê piştrast dikin, asayiş û aramiya niştimanî ya Îslamî xeta sor a hêzên çekdar ên Îranê ye û rê bi ti kesî nayê dayîn ku bibe cihê gef û destdirêjî bike.”
Supaya Pasdaran piştî êrişa bo ser Hewlêrê, li hejmara xwe ya Twitterê wêneyê wan herdu piledaran belav kir ku li Sûriyê hatine kuştin û nivîsand, “Komara Îslamî ya Îranê ji bo bersivdayîna şeytanan kêliyekê ranaweste û her kiryareke li dijî gelê Îranê bersiveke rûxîner li pey xwe tîne.”
Di encama êrişa şeva derbasbûyî ya Hewlêrê de ku Supaya Pasdaran bi fermî li xwe girt, 2 kes bi sivikî birîndar bûn û ziyana maddî çêbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse