Balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê hatin girtin

14-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Silêmaniyê Balafirgeh Îran Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Wezareta Veguhestinê ya Îraqê biryara rawestandina geştên asmanî da, her du balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê jî hatin girtin.

Rêveberê Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê Hendiren Muftî ji Rûdawê re got:

“Bi fermana Wezareta Veguhestinê ya Îraqê hemû seferên balafiran ji bo demeke nediyar hatine rawestandin.

Ev biryar ji aliyê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ve ji bo parastina jiyana geştiyaran hatiye dayîn û demkî ye."

Li gorî agahiyên Rûdawê, Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê jî heman biryar bicih kiriye û geştên asmanî bi awayekî demkî rawestandiye.

Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê Rezzaq El-Sadawî ragihand ku qada asmanî ya Îraqê ji çûnûhatinê re hatiye girtin.

Herwiha Wezareta Veguhastinê ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku hemû geştên asmanî hatine rawestandin.

Spaya Pasdaran a Îranê beriya bi saetekê eşkere kir ku bi mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kiriye.

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî derbarê êrişa Îranê de daxuyanî belav kir.

 Benjamin Netanyahu ragihand ku sîstema Îsraîlê ya parastinê amade ye û ew dê bersivê bidin Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane / Wêne: Rûdaw

HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e