Hewlêr (Rûdaw) - Fîlozofê navdar Slavoj Žižek li ser Kongreya 12emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) got, “Kurdan karê xwe kir êdî gok li qada Erdogan e.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) doh (12ê Gulanê) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.
Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”
Fîlozof û civaknasê Sosyalîst ê navdar Slavoj Žižek bi rêya vîdeoyeke ku ji pêşkeşkarê Rûdawê Zana Kayanî re şandiye nêrînên xwe yên li ser pêvojayo li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û xwefesixkirina PKKyê axivî.
Fîlozof û civaknasê Sosyalîst ê navdar Slavoj Žižek got:
“Ez piştgiriyeke temam didim biryara PKKyê ku li gorî banga Ocalan, Rêberê wan ê girtî, biryar da ku xwe belav bike û êdî wekî rêxistin nemîne.
Wan bi kiryar îsbat kir ku ew ji bo aştiyê gihiştine cihê herî dawî.
Lê di cîhana ku em tê de dijîn de dibe ku li aliyê din, rejîma Erdogan, vê pêşniyarê kêm bibîne, wê qebûl neke, hin hincetan bibîne û hwd.
Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku li seranserî cîhanê lê bi taybetî li Ewropayê ji ber ku Kurd, li gorî zanîna min, ez bi gelek Kurdan re di pêwendiyê de me, mirovên herî rewşenbîr û femînîst ên Rojhilata Navîn in divê xelk vê yekê bibihîze û beşdarî nîqaşê bibe.
Ez bawer dikim ku ew xala nîşanê ne, bi wê wateyê ku eger hûn rewşa wan, rewşa wan a taybet binirxînin, hûn dikarin bi awayekî zelal bibînin ka çi li rewşa tevahiya Rojhilata Navîn xelet e.
Ji ber vê yekê, ez biryara PKKyê ya ku xwe fesix dike kiryareke gelekî wêrek dibînim, kiryareke ku ti hincetan ji aliyê din re nahêle ku şer û pevçûnê bidomînin. Kurdan gav avêtine dawiyê, wan ev yek kir.”
"Gok li qada Erdogan e"
Fîlozofê navdar Slavoj Žižek bal kişand ser gavên ku divê Komara Tirkiyeyê jî biavêjin û anî ziman:
“Niha, wekî ku tê gotin, gok li qada Erdogan e û erkê me ye ku baldariyeke mezin a giştî biafirînin ku Tirkiye di bin zexteke siyasî ya xurt de be.
Ji ber vê yekê, ji kerema xwe re, hûn hemû pêwendiyên xwe yên taybet, gihîştina bi çapemeniya giştî û hwd. bi kar bînin ku xelk agahdar be bi vê kiryarê.
Kurdan nîşan da ka ew çi ne, beşa herî bipêşketî ya Rojhilata Navîn in.
Eger em Ewropî bi rastî jî dixwazin em li pey kevneşopiya xwe ya mafên mirovan û hwd. rawestin, hingê nabe ku ti guman hebin ka em dê çi bikin û divê em çi bikin di vê rewşê de.”
Slavoj Žižek fîlozof û civaknasekî Sosyalîst ê Slovenyayî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse