Ciwanê ku ketibû Çemê Avaşînê hîn nehatiye dîtin

13-05-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in /Wêne: Rûdaw
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in /Wêne: Rûdaw
Nîşan Amerika PKK YPG/PKK Colemêrg Îbrahîm Kom Winda Çemê Ava Şînê
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ciwanê bi navê Îbrahîm Kom 10ê vê mehê dema bi hevalên xwe re ji bo geştê diçe herêma Oremarê winda dibe.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê jî guman dikin ku ew ketibe çemê Avaşînê.

Tevî hemû hewlan heta niha jî Îbrahîm Komê 18 salî nehatiye dîtin.

120 endam û tîmên lêgerîn û rizgarinê tevî xelkê gever û gundên devrûberê di nav rûbarê ava şîn de li dû şopa wî ciwanî digerin.

"Em bi hêvî ne"

Serokê Şaredariya Bajêrgeyê Dirbaz Buyuksu, got, "Em serê sibê hatine alikariyê tîmên lêgerînê.

Em li bendê ne. Hem ji bo malbatê hem ji bo rizgarkirina Îbrahimî hêviya me heye.

Bi hêviya Xwedê hema bi çi coreyî be jî em dê Îbrahim peyda bikin û bibin Geverê."

Hevseroka Şaredariya Geverê Şadiya Kirmizgulê li ser lêgerîna ciwanê winda wiha got:

"Birayekî me, ciwanekî me, hevalekî me bi hevalên xwe re ji bo seyranê hatiye vir lê dikeve çem, em jî wekî xelkê Geverê tên û lê digerin."

Li gorî gotina hevalên îbrahîm, di dema geştê de ew ji bo girtina dîmen û wêneyên Ava Şînê ji hevalên xwe dûr dikeve û careke din venagere.

Gûman tê kirin ku Îbrahîm Kom ber di pêlên Avaşînê ketibe.

Tîmên lêgerînê û xelk heta derengiya şevê li Îbrahîm digerin lê heta niha jî çi emareyek ji wî nejhatiye dîtin.

"Li Restorantê kar dikir"

Îsa Aybarê ku xelkê Geverê ye tevlî lêgerînê bûye got:

"Wî ciwanî di restorantekê de wekî karker kar dikir, 17 -18 salî ye. Tevî hevalên hatiye geştê.

Em nizanin dema wêneya digire lingê wî dileze û dikeve avê lê em nizanin bûyer bi temamî çawa çêbûye."

Serokê Odeya Çandinioyê ya Geverê Pervîz Geçîrgen wiha behsa bûyerê kir:

"Îbrahîm û hevalên xwe ji bo seyranê hatine û çûne ser devê çem û lingê xwe xistine avê lê avê ew biriye.

Av jî gelekî rijd e, hevalên wî li dû wî çûne lê wan jî nekariye tiştekî bikin."

Cengîz Ortaç got, "Rastî em nizanin çi bêjin, av gelek boş e. Çi kes nikare bikevê.

Em dixwazin hevalê Îbrahîm peyda bikin ku ji bo malbatê bibe dilxweşî, înşelah hêviya me heye."

Berpirsên parêzgeha Colemerg û navçeyên wê gelek caran hişyariyê didin xelkê ku xwe ji çemên boş dûr bigirin.

Li Colermerg û Geverê bi taybetî jî di werzên biharê de gelek kes Çemê Avaşînê dixeniqin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst