Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand, "Desthilatdariya ti dadgeheke Bexdayê nîne ku qanûna neft û gaza Herêma Kurdistanê hilweşîne."
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê îro Duşemê 13ê Hezîrana 2022an di daxuyaniyekê de destnîşan kir, dadgeha lêkolînê ya Hewlêrê biryar daye ku giliyên li dijî kompanyayên navdewletî yên li dadgeha Bexdayê hatine tomarkirin bînine dadgeha Hewlêrê.
Di daxuyaniya xwe de Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê daye xuyakirin ku wan li dijî Wezîrê Petrolê yê Iraqê gilî tomar kiriye.
Ev demek e di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de li ser qanûna neft û gazê ya ku rê dide Herêma Kurdistanê neft û gaza xwe bêyî Bexdayê bifroşe alozî derdikevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse