Li deriyê sînorî operasyona bertîlê: 4 kes hatin girtin

13-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 4 kes bi tohmeta wergirtin û dayîna bertîlê li deriyê sînorî hatin desterkirin.

Li gor zanyariyan tîmên fermandiya cendermeyan a Kilîsê hatin agahdarkirin ku li deriyê sînorî yê Çobanbey ku di navbera Sûriye û Bakurê Kurdistanê de ye, beşek ji karmendên gumirkê rê didin ku li hember bertîlê beşek ji berhemên neyasayî  derbasî Sûriyê bibin.   

Tîmên cendermeyan di çarçoveya vê agahiyê de derbarê çend karmendên gumirkê û hejmarek kesan de lêkolîn dan destpêkirin.

Di encama lêkolînan de tîman roja Dûşemê 12ê Hezîrana 2023an operasyonek dan destpêkirin.

Di encama operasyonê de 10 gumanbar bi tohmeta wergirtin û dayîna bertîlê hatin destserkirin ku 4 ji wan karmendên gumirkê ne.

Her 10 gumnbar piştî karûbarên îfadeyê bo Dadgeha Kilîsê hatin veguhastin.

Dadgehê derbarê 4 gumanbaran de  biryara girtinê da û 6 kesên  din jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.

Li aliyê din karûbarên derbarê destesekirina 2 gumanbarên din jî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst