Hewlêr (Rûdaw) – Piştî îmzakirina protokola leşkerî di navbera Kurdistan û Amerîkayê de, Fermandeyê Fermandeyiya Navendiya Artêşa Amerîka General Joseph Votel serdana Kurdistanê dike.
Herêma Kurdistanê û Amerîka duh sêşemî 12ê Tîrmehê li Hewlêrê protokolek leşkerî îmza kirin.
Piştî îmzakirina wê protokolê, fermandeyekî pilebilind ê Artêşa Amerîka sibe tê Kurdistanê.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, Fermandneyê Fermandeyiya Navendiya Artêşa Amerîka (CENTCOM) General Joseph Votel serdana Herêma Kurdistanê dike û li gel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge dicive.”
Cebar Yawer derbarê dema serdana General Votel de jî got: “Ev yek mijareke serbazî ye û ez vê gavê ti zanyariyan nadim.”
Lê belê li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên din bi dest xistiye, General Votel dê sibe pênşemî bigihîje Hewlêrê.
Fermandeyê Fermandeyiya Navendiya Artêşa Amerîka îro çarşemî di çarçoveya serdaneke plankirî de gihîşt paytexta Iraqê bajarê Bexdayê û li gel Serokwezîr Heyder Ebadî û Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubêydî civiya.
Serdana wî fermandeyî pilebilind ê Artêşa Amerîka bo Kurdistanê di demekê de ye ku duh sêşemî protokolek leşkerî di navbera Amerîka û Kurdistanê ji aliyê Alîkara Wezîrê Parastina Amerîka Elissa Slotkin û Wezîrê Pêşmerge yê bi Wekalet Kerîm Şingalî ve hat îmzakirin.
Li gorî vê protokolê, Amerîka dê alîkariyên leşkerî û darayî pêşkêşî Hêza Pêşmerge bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse