CENTCOMê li ser hevdîtinên HSD û Sûriyeyê daxuyanî da

11-06-2025
RÛDAW
Nîşan CENTCOM HSD Rojavayê Kurdistanê Sûriye Hewlêr Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê CENTCOMê Erik Kurilla got, di hewlên berdewam ên ji bo entegrasyona HSDyê ya nav pêkhateya nû ya ewlehiyê ya Sûriyeyê de hin "xalên nakok" hene.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla di rûniştineke Kongreya Amerîkayê de pirs bersivandin,

Kurilla li ser pirseke derbarê entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de got:

Ez dikarim ji we re bibêjim ku niha kar bi rastî baş bi rê ve diçin, hin xalên nakokiyê hene, lê tişta ku diqewime ev e ku Kurdên Sûriyeyê niha rasterast bi (Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed) Şer û Hikûmeta Sûriyeyê re di nava dan û standinan de ne."

Kurilla her wiha got: "Tirkiyeyî jî di vî warî de roleke erênî lîst lê bi ya min em niha li ser rêyeke baş in."

"Amerîka bala xwe dide ser Kurdan"

Derbarê entegrasyona kêmneteweyên din a nav saziyên Şamê de, Kurilla got ku Amerîka niha bala xwe dide ser Kurdên li bakurrojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê).

HSD hevpeymana sereke ya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya di şerê li dijî DAIŞê de ye.

Di destpêka Kanûn Pêşîn a 2024an de, koalîsyona komên mixalefetê ya Sûriyeyê ya bi pêşengiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) ku wê demê di bin serokatiya Ehmed Şer de bû û niha hatiye hilweşandin, bi êrîşeke bilez dîktatorê Sûriyeyê Beşar Esed ji desthilatê anî xwarê.

Di dawiya Çileyê de, rayedarên nû yên li Şamê artêşa Sûriyeyê û partiya desthilatdar a demdirêj, Partiya Beas, hilweşandin, destûr betal kir û hikûmeteke demkî bi serokatiya Şer ava kir.

Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, di 10ê Adarê de peymaneke dîrokî îmze kir ku entegrasyona HSDyê û saziyên Rojava di nav hikûmeta demkî de li xwe digire.

Peyman ji aliyê welatên herêmî û navneteweyî ve, di nav de Tirkiye jî, bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di van demên dawî de bangî li her du aliyan kir ku pêvajoyê lez bikin.

DAIŞ

DAIŞê hewl da ku ji rewşa guherbar a ewlehî û siyasî ya li Sûriyeyê sûdê wergire.

HSDyê ragihand ku di çalakiyên DAIŞê de li Sûriyeyê, bi taybetî li parêzgeha Dêrezorê ya rojhilat, zêdebûneke berbiçav çêbûye.

Kurilla careke din teqez kir ku hevkarên Hevpeymaniya Navneteweyî li eniyên pêşîn in û got:

"Ew di şerê li dijî rêxistinê de li welatên xwe ji bo têkbirina mayînde ya DAIŞê, û di misogerkirina vegerandina girtiyên DAIŞê û koçberan ji bo welatên wan de, xwedî roleke krîtîk in."

Di heman demê de roja Sêşemê, welatên endamên Hevpeymaniya Navneteweyî di civîna li dijî DAIŞê ya li Madrîdê de, pabendbûna xwe ya ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê ya li Sûriyeya piştî Esed careke din piştrast kir.

Di daxuyaniya hevpar a Amerîka, Brîtanya û Spanyayê de wiha hat gotin:

"Endaman, rîskên ewlehiyê yên DAIŞê yên li Sûriyeyê, di nav de yên girêdayî çekdarên DAIŞê û sivîlên ku li kampên koçberan ên li bakurrojhilatê Sûriyeyê têne ragirtin, nirxandin.

Wan pabendbûna berdewam a hevpeymaniyê ya ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê ya li Sûriyeya piştî-Esed piştrast kir ku ev yek zêdekirina ewlehiya sînor, parvekirina zanyariyan, û veger û radestkirina Sûrî, Îraqî û welatiyên welatên sêyemîn ji bo civak û welatên wan ên jêderî jî li xwe digire."

Aloziyên Hewlêr-Bexdayê

Fermandarê CENTCOMê her wiha amaje bi aloziyên di navbera Bexda û Hewlêrê de kir, piştî ku Wezareta Darayî ya Îraqê di van demên dawî de ragihand ku dê hemû şandinên budceyê yên ji bo dema mayî ya salê, tevî mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, rawestîne.

Wezîrê Darayî yê Îraqê Teyf Samî, Hewlêr tawanbar kir ku di budceya federal a 2025an de ji para xwe zêdetirî 10 milyar dolarî derbas kiriye.

Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab got ku ev hejmar "bêbingeh" e.

Li ser pirsa ku çima Amerîka hîn jî piştgiriya darayî dide Îraqê û çima alîkariya ji bo mûçeyên giştî û alavên leşkerî yên Herêma Kurdistanê qut dike, wî ji ber pirsgirêkan Îran tawanbar kir û got ku Amerîka di dawiyê de "bi wan re (ji bo çareserkirina nakokiyan) dixebite, (Kurd) di dawiyê de mûçeyan werdigirin, di dawiyê de alavên leşkerî werdigirin."

Kurilla got, "Ez wisa difikirim ku Îran, tevî hemû paşketinên ku di van çend mehên dawî de pê re rû bi rû maye, hewl dide bandora xwe ya li nav Îraqê zêde bike.

Lê ez wisa difikirim ku Îraq welatekî serwer e û naxwaze bibe dewleta peyrew a Îranê.

Helbet, niha li Îraqê hejmareke zêde ya mîlîsên ser bi Îranê ve hîn jî çalak in."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê, di civîna çapemeniyê ya roja Sêşemê de teqez kir û got:

"Em bang li Bexda û Hewlêrê dikin ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogeke avaker û li gorî berpirsiyariyên xwe yên destûrî çareser bikin."

Bruceyê diyar kir ku çareserkirina nakokiya mûçeyan dê ne tenê pêşketina siyasî nîşan bide, lê di heman demê de dê jîngeheke guncaw ji bo veberhênana biyanî jî biafirîne û got:

"Çareseriyeke serkeftî dê îşaretekê bide ku Îraq jîngeheke wisa diafirîne ku şirketên Amerîkî bixwazin tê de veberhênanê bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst