36 sal derbas bûn, Kurd Dr. Qasimlo ji bîr nakin

13-07-2025
 Dr. Qasimlo / Wêne: Arşîv
Dr. Qasimlo / Wêne: Arşîv
Nîşan Dr. Qasimlo Salveger Têkoşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro salvegera 36emîn a şehîdkirina Sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo wekî kesayetekî siyasî yê hûrbîn, bi ezmûn, stratejîstekî siyasî û rêberekî jêhatî tê naskrin.

Qasimlo her demê di gotar û nivîsên xwe de tekezî li ser wê yekê dikir ku Komara Îslamî ya Îranê xwediyê potansiyela çareserkirina aştiyane ya pirsgirêka Kurd nîne lê çendîn caran bi berpirsên Hikûmeta Îranê re dan û standin kirine.

Ew di dawiyê de li ser maseya dan û standinan ji aliyê Îranê ve hat qetilkirin.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo 22yê Kanûna Pêşîn a 1930î li gundê Qasimlo ya Urmiyeyê ji dayik bûye.

Wî li Urmiye, Tehran û Parîsê xwendiye û li Zanîngeha Pragê ya Çekoslovakya ya wê demê, doktoraya di warê zanistên aborî de wergirtiye.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo di destpêkê de endamê partiya Tûdehê ya Îranê bû û pişt re çarenivîsa xwe ya siyasî bi temamî bi PDK-Îyê ve girê da.

Sala 1971ê de bû sekreterê giştî yê wê partiyê.

Tevî israra wî ya li ser bidestxistina mafên neteweyî, wî tekezî li ser bicihanîna demokrasiyê kiriye û azadî û wekheviya civakî wekî bingeha pêşkeftina civakê zaniye.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo fermanderê giştî yê hêzên Pêşmegeyên partiya xwe bû û ciwan han didan (teşwîq dikirin) da ku bibin Pêşmerge lê bi nêrîna wî şer û leşkerî ji bo pirsa Kurd wekî çareseriya sereke nînin.

Beşdariya PDK-Îyê ya hilbijartinên parlamentoyê û xwe berbijêrkirina Qasimlo ya ji bo Encûmena Şarezayên Rêberî û her wiha rola wî ya di damez,randina şandeya nûnertiya gelê Kurdistanê ji bo dan û standinên bi Hikûmeta Îranê re hewlên herî girîng ên siyasî yên Qasimlo bûn.

Qasimlo di nivîsên xwe de diyarkirina mafê çarenivîsê ya gelê Kurdistanê wekî mafekî sereke bi nav kiriye û gotiye, “Mafê Kurdan e ku nîştimana xwe ya hevbeş bike yek û bibe xwedî dewleteke serbixwe.”

Dr. Ebdulrehman Qasimlo tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê xwedî kesayetiyekî bi bandor bû.

Pêwendiyên wî yên bi hêzên parçeyên din ên Kurdistanê re jî pir baş bûn.

Her wiha wekî yek ji kesên endazyarê pêwendiya Kurd û Rojavayiyan tê naskirin.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo ji bilî Kurdî, bi heft zimanên din jî dizanî. Wî dikarî bi Farisî, Tirkî, Erebî, Fransî, Îngilîzî, Rûsî û Çekî biaxive.

Bi gotina lêkoleran, wî xebata çekdarî jî wekî taktîk ji bo rêxweşkirina xebata siyasî, aştî û bidestxistina azadî û demokrasiyê didît.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Komara Îslamî ya Îranê wekî neyarê sereke yê doza Kurdan li hemû beşên Kurdistanê bi nav dikir.

Gelek caran qala vê yekê kiriye û daye zanîn ku li Îranê potansiyela çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd nîne lê dîsa jî amade bûye dan û standina bi wan re bike.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo di civîneke dan û standinê ya 13ê Tîrmeha 1989an a li apartmaneke Viyanaya paytexta Awisturyayê de hat qetilkirin.

Kujerên Qasimlo jî ew kes bûn ku ji bo dan û standinê pê re rûniştibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst