Lîjneya Bilind a Fetwa ya Kurdistanê li dijî Qnetê fetwa derxist

13-08-2018
RÛDAW
Nîşan Lîjneya Bilind a Fetwa Herêma Kurdistanê Qnet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîjneya Bilind a Fetwa ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku bi ti awayî danûstandina ligel kompanyaya Qnet ne rast û dirûst e.

 

Lîjneya Bilind a Fetwa ya Herêma Kurdistanê derbarê kompanya Qnet, ku kompanyeyekî online ya bazirganî ya li ser înternetê ye, daxuyaniyek belav kir.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Me roja 20ê Îlona 2017ê derbarê ‘merc û sînorên’ danûstandina li gel kompanyaya Qnetê fetwayeke 17 xalî derxist. Lê paşî derket holê ku ev kompanya pabendê mercan nebûye û lewma me biryar daye ku danûstandina li gel vê kompanyayê ji aliyê olî û ayînî ve ne rast e.”  

 

Li gorî daxuyaniya Lîjneya Bilind a Fetwa, bi taybetî di mijara kirîn û firotina zêr, wergirtina risûmat û tehayul de herwiha, nezelalbûna nirxê berheman, nezanebûna ciwananên beşdarê proseyê dibin û famnekirina mafên xwe sedem in ku ew vê fetwayê derbixin.

 

Lîjneya Bilind a Fetwa diyar dike, ku kompanya Qnet fetwaya wan a berê jî li derveyî Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û dibêje: “Em daxwazê ji wê kompanyayê dikin ku fetwaya me ya berê ji bo kişandina hevbeş bikar neyne.”

 

Ji lewra Lîjneya Fetwa, fetwaya xwe ya berê hildiweşîne û radigihîne: “Piştî vê ronkirinê, em bi ti awayekî danûstandina li gel kompanyaya Qnet rast û dirûst nabînin.”

 

Hêjayê gotinê ye ku Lîjneya Bilind a Fetwa ya Herêma Kurdistanê beriya niha jî bi sedema ku “pereyê xeyalî ye “ muameleya li gel Onecoin û Bitcoin wek “derveyî şerîeta îslamê” binav kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst