Hewlêr (Rûdaw) - Du endamên Kongreya Amerîkayê yên ji her du partiyên Komarî û Demokrat, derbarê paşeroja pêwendiyên Amerîka û Îranê û rewşa Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re axivîn.
Joe Wilson got, "Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn xaleke geş e."
John Garamendi jî hişyarî da ku birîna budceya Pêşmergeyan di vê demê de hestiyar e.
Li Washingtonê, Endamê Kongreyê yê Komarî Joe Wilson û Endamê Kongreyê yê Demokrat John Garamendi bi Berpirsê Nûnertiya Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re hevpeyvîneke taybet kir.
Her du endamên Kongreyê di hevpeyvînê de rûdanên siyasî û leşkerî yên herêmê nirxandin.
“Herêma Kurdistanê xaleke geş e”
Endamê Kongeryê yê Komarî yê eyaleta South Carolinayê Joe Wilson pesnê pêşketinên Herêma Kurdistanê da.
Joe Wilson got, "Rêzeke min a zêde ji bo Herêma Kurdistanê heye. Em dizanin Kurdistan çi qasî serkeftî ye.
Kurdistan ji aliyê aramî, aştî û xweşguzeraniyê ve li Rojhilata Navîn xaleke geş e. Divê ev ji bo tevahiya Îraqê bibe mînak."
Joe Wilson derbarê êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê zanyariyên zêdetir xwestin û dilgiraniya xwe nîşan da.
Wilson tekez kir ku serkeftina berdewam a Herêma Kurdistanê ji bo wan cihê girîngiyê ye.
Wilson pirsa Rûdawê ya li ser birîna budceya Hêzên Pêşmergeyan a ji aliyê Pentagonê ve wiha bersivand:
"Em dê her tiştê ku ji destê me tê li ber çavan bigirin. Bê guman em piştgiriyê didin dostên aramî û aştiyê.
Di vê çarçoveyê de ez bi Serokê Komîteya Îstixbaratê Mike Turner re dixebitim ku ew piştgirekî serhişk ê azadiyê ye."
Rola Kurdan li Sûriye û Îraqê
Li aliyê din, endamê Kongreyê yê Demokrat John Garamendi guherînên li herêmê bi rengê "dramatîk" wesifandin.
John Garamendi got, "Ji ber rûxîna desthilata Esed a li Sûriyeyê, hemû rewş guheriye. Rewşa Kurdan beşeke girîng a vê guherînê ye.
Pêwîst e em hay ji budce û rola Amerîkayê ya li hemberî Kurdan hebin, hem li Sûriyeyê hem jî li Îraqê."
Du nêrînên cuda yên li ser Îranê
Derbarê siyaseta Washingtonê ya li hemberî Tehranê de nêrînên her du endamên Kongreyê cuda bûn.
Li gorî Endamê Kongreyê yê Komarî Joe Wilson, Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze ji bo parastina xelkê bigihîje peymanekê lê Supaya Pasdaran rêgir e.
Wilson her wiha got, "Trump dê şiyana çêkirina çeka nukleerî ya Îranê ji holê rake da ku aboriya cîhanê ji aliyê Tehranê ve wekî dîl neyê girtin."
Endamê Kongreyê yê Demokrat John Garamendi jî rexne li îdareya Trump girt û anî zimên:
"Îdare di nav avzêmekê de ye. Wan bêyî ku li encamên wê bifikirin dest bi şerekî kir. Şer ne çareserî ye.
Divê em vegerin ser dan û standinan û em pirsgirêkên nukleerê çareser bikin."
Ev daxuyanî di demekê de tên ku Kongreya Amerîkayê mijûlî gotûbêjkirina yasaya budceya parastinê ye.
Mijara alîkariyên ji bo Pêşmergeyan jî yek ji wan babetan e ku çavê aliyên Kurd lê ye da ku bi rêya sererastkirineke yasayî ev budce were vegerandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse