Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî di merasîmekê de li Hewlêrê bi serpereştiya Serokê Usqufa Hindistanê, Birîkarê Patriyarkê Giştî, hemû metran, usquf û endamên civata Dêra Rojhilat a Aşûrî û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, dest bi kar kir.
Li Dêra Mar Yohenna Memdan a li Enkawaya Hewlêrê îro demjimêr 09.00 merasîmeke taybet hat sazkirin û 122yemîn patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî dest bi kar kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd, Wezîrê Herêmê bo Pêkhateyan Aydin Merûf û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di merasîmê de beşdar bûn.
Mar Awa ku kesayetekî nerm e û dîplomasî heye û girîngiyê bi aştî û pêkvejiyanê dide, berî niha, patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî bû li California.
Serokê Herêma Kurdistanê piştî beşdariya di merasîma li Dêra Mar Yohenna ji rojnamevanan re ragihand, Kurdistan tabloyeke ciwaniyê ya hemû wan pêkhatan e ku tê de dijîn.
Serokê Herêma Kurdistanê peyamek jî arasteyî Kirîstiyanan kir û got, “Peyama me bo hemû xwişk û birayên Mesihiyên me ew e, Iraq bi şêweyekî giştî ciwan e bi wê tabloya pêkvejiyanê ku em hemû bi hev re li vî welatî dijîn. Hêvîdar im ew li vî welatî bimînin û em hemû bi hev re bi xweşî bikarin ji bo xizmet û pêxistina welat kar bikin.”
Wêne: Bilind T. Abdullah/Rûdaw