Li Hewlêrê Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî dest bi kar kir

13-09-2021
RÛDAW
Nîşan Dêra Rojhilat a Aşûrî Mar Awa Royel Dêra Mar Yuhenna Memdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî di merasîmekê de li Hewlêrê bi serpereştiya Serokê Usqufa Hindistanê, Birîkarê Patriyarkê Giştî, hemû metran, usquf û endamên civata Dêra Rojhilat a Aşûrî û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, dest bi kar kir.

Li Dêra Mar Yohenna Memdan a li Enkawaya Hewlêrê îro demjimêr 09.00 merasîmeke taybet hat sazkirin û 122yemîn patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî dest bi kar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd, Wezîrê Herêmê bo Pêkhateyan Aydin Merûf û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di merasîmê de beşdar bûn.

Destbikarkirina Mar Awa wek patriyarkê nû yê Kenîseya Mar Yohenna, piştî wê tê ku civata pîroz a Dêra Rojhilat a Aşûrî bi serpereştiya Mar Milîs Ziya, Metranê Awistralya, Zelanda Nû û Lubnanê, civîneke du rojî bo hilbijartina patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat li Enkawaya Hewlêrê saz kirin.

Wê demê hatibû ragihandin ku civîna wê civatê bi beşdariya piraniya usqufên ser bi dêrê ve bûye û bo du rojan  berdewam kiriye û Mar Awa wek patriyarlê 122emîn ê Dêra Rojhilat a Aşûrî hatiye destnîşankirin.

Mar Awa Royel ku 04/07/1974an wek zarokê dayik û bavekî Aşûrî jidayîk bû, berî niha, patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî bû li California.

Mar Awa kesayetekî nerm e û dîplomasî heye û girîngiyê bi aştî û pêkvejiyanê dide.

 

Profîla Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî Mar Awa Royel

-Li bajarê Illinois ê li wîlayeta chicago ya Amerîkayê 04/07/1974an jidayîk bûye

-Niştecihê bajarê Modesto yê California ye

-Sermetranê California bûye

-Sekreterê Komeleya Pîroz a Aşûrî ye

-Yek ji 5 emîndarên Dêra Aşûrî ya taybet bi Desteya Hawarçûna Rojhilat e

-Serokê Lijneya Peywendiyên Di Navbera Dêran de ye

-Serokê Lijneya Cîbicîkar a Niştimanî ya bo Dêra Aşûrî ya taybet bi civaka ciwanên rojhilat e li Amerîkayê

-Xwedî bawernameya bekaloryayê ye li Lahûta Pîroz di 1997an de

-Bekalorya ji Zanîngeha Sant Marî di 1999an de

-Doktora wî heye li Zanîngeha Babawî ya Rojhilat li Romaya Îtalya

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst