Pêvajoya Çareseriyê - Partiyên Kurdistanê hatine paşguhkirin?

Amed (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan dosyayek amade kir û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jî banga yekîtiya partiyên Kurdan dike.

Her du partî jî gilîdar in ku ew di Komîsyona Çareseriyê ya Parlamentoyê de nayên dîtin û tên paşguhkirin.

PSK: Divê nasname, ziman û statuya Kurdan hebe

PSKyê derbarê çareserkirina Pirsgirêka Kurdan de dosyayek amade kir. PSK dixwaze dosyaya xwe radestî CHP û AK Partiyê bike lê her du partiyan heta niha daxwaza hevdîtinê nepejirandiye.

PSKyê di dosyaya xwe de 4 daxwazên sereke destnîşan dike ku ew jî wisa ne:

“Nasname: Divê nasnameya miletê Kurd di destûrê de were naskirin.

Ziman: Divê zimanê Kurdî wekî zimanê fermî û perwerdehiyê ji dibistana seretayî heta zanîngehê were qebûlkirin.

Azadî: Divê hemû astengiyên yasayî yên li pêşiya tevgera Kurdan rabin û Kurd karibin bi navê Kurdistanê partî û rêxistinan ava bikin.

Statu: Divê ji bo Kurdan statuyek hebe.”

PWK: Bila partiyên Kurdî bibin yek alî

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) gilîdar e ku Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê guh nedaye wan û partiyên din ên Kurdan.

PWK dixwaze hemû partiyên Kurdan di bin sêwanekê de bicivin û di pêvajoya çareseriyê de xwe wekî "aliyê Kurdan" bidin qebûlkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mihemed Can Azbay diyar kir ku divê "aliyê Kurdan" were avakirin û wiha domand:
"Kurd çi dixwazin? Em dibînin ku di vê Komîsyonê de Kurd tune ne. Divê aliyê Kurdan bê eşkerekirin.

Divê partiyên Kurdan, sazî û dezgeh û kesên qedirgiran ên di nava civatê de bi hev re aliyê Kurdan ava bikin.

Paşê ev alî dikare bi Komîsyonê û dewletê re hevdîtinan bike."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji bilî DEM Partî û HUDA PARê 9 partî û rêxistinên din ên Kurdan hene lê yek ji wan jî ne di parlamentoyê de ye.