Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim ji bo statûya bajarê Kerkûk, Mûsil û herwiha Orşelîmê pêşniyara modela Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Eger li Qudsê, Kerkûk û Mûsilê jî modela Rojava were hilbijartin dê aştî û aramî pêkwere."
Berpirsê Dîplimasiyê ya Federasyona Bakurê Sûriyê û hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim, derbarê mijarên di rojeva Kurdistan û Rojhilata Navîn de ji televîzyona Aryen re axivî.
Salih Mûsilm li ser vekişandina hezên Rûsî ji Sûriyê got: "Li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê pêvajoyeke nû destpê dike. Bêguman serdanên Pûtîn tê vê wateyê û serdaneke ji nişkê ve bû û bi Esad re hevdîtin kir, paşî biryara vekişîna leşkerên xwe da. Her wiha bi Serokomarê Misrê Sîsî re ku dijberê polîtîkayên Erdogan e, hevdîtin pêk anî. Diyare ku dixwest beriya Erdogan wan bibîne.”
Mûslim da xuyakirin, ku şerê li Sûriyê dawî nebûye lê Rûsya êdî naxwaze di şerê meydanî yê Sûriyê de cîh bigre û wiha axivî:
“Şer hê jî dewam dike. Dibe ku navendên bajaran di destê DAIŞê de nemabin lê ev nayê wê wateyê ku DAIŞ dawî bûye. Hê jî li Himus, Hema û Idlibê gelek gund destê DAIŞê de. Leşkerên Rûsyayê vedikişin lê cihê xwe nadin ti hêzan. Ji ber ku leşkerên Îranê û Tirkiyeyê ji xwe li Sûriyeyê bi cî bûne. Rûsya dixwaze beşdarbûna xwe ya şer biguhere, di serdema nû de şêwazê hebûna xwe ya li Sûriyê diguhere.”
Bi nêrîna Salih Mûslim di navbera Rûsya û Îranê de nakokî geklek in û dibe Îran hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyê jî zêdetir bike. Lewma Rûsya dixwaze li herêmê bandora xwe kêm bike û naxwaze leşkerên xwe bike perçeyeke şerî.
Berpirsê Dîplimasiyê ya Federasyona Bakurê Sûriyê da xuyakirin, ku gelek şandên navdewletî serdana Rojavayê Kurdistanê dikin û lewma ew bi hêvî ye ku di civînên Soçî û Cinivê de hemû hêzên navnetewî geşedanên li vê herêmê bibînin û îredeya wî qebûl bikin.
Derbarê hevkariyên leşkerî yên Amerîkayê ji HSDê re Salih Mûslim got: “Tirkiye mijara çekdarkirina hêzên HSDê dinepixîne û ji bo reşkirina hêzên Kurdî bikartîne. Amerîka dibêje, dema şer bi dawî bû dê şandina çekan jî rawestînin. Tişta ji me re hatiye gotin ev e.”
Salih Mûslim ji bo Orşelîmê jî pêşniyara xwe anî ziman û diyar kir: “Ji bo bi hev re jiyan, wekhevî û azadiyê modela Rojava gelek serkeftî ye. Ev model ji bo hemû Rojhilata Navîn û hemû netewan e. Bajarê Qudsê ciheke dîrokî ye û ji bo Misilman, Cihû û Krîstiyanan bajareke pîroz e. Di vê modelê de hemû ol û netewe dikarin bi awayekî serbixwe û azad nûnertiya xwe bikin û mafên xwe biparêzin. Ne tenê ji bo Qudsê ji bo Kerkûk û Mûsilê jî eger modela Rojava were hilbijartin dê aştî û aramî pêkwere.”
(N.S)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse