Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd Hemîd Hecî Derwêş ragihand ku Tirkiyê bi hinceta PYD dê êrişî Rojavayê Kurdistanê bike, lê got ku Kurd hemû ne PYD ne, çê nabe ji ber partiyekê, êrîşî Rojava bike.
Hemîd Hecî Derwêş ji Rûdawê re got ku pêncşema bê, ew dê bang li hemû partî û rêxistinên Kurdî bike, da ku bi karekî hevbeş rabin û rê nedin Tirkiyê derbasî Rojava bibe.
Sekreterê Partiya Pêşverû got, senaryoya talankirina Efrînê hîna li pêş me ye û em qebûl nakin ew senaryo dubare bibe.
Hemîd Hecî Derwêş got: “Ez dengê xwe digihînim Tirkiye bi xwe, Kurd hemû ne PYD ne, PYD partiyeke siyasî ye di nav Kurdan de xebatê dike, nabe Kurdan tehdîd bike bi sebeba partiyekê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse