Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DBPyê Çigdem Kiliçgun Uçarê li ser gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ên derbarê HSDyê de got, "Hûn cîrantiya HTŞyê qebûl dikin lê çima ya Kurdan qebûl nakin?
Bi hevkariya DEM Partî û Pratiya Herêmên Demokratîk (DBP) doh li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê “Meşa Civaka Demokratîk” hat kirin.
Di vê çalakiyê de Hevseroka DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçarê axaftinek kir.
Uçarê li ser pêvajoya çekdanîn û xwe fesixkirina PKKyê diyar kir ku kar û xebatên demokrasiyê zehmettir in.
Hevseroka DBPyê her wiha rexne li gotinên Hakan Fîdan girtin ku gotibû YPG naxwaze entegreyî sîstema Sûriyeyê bibe.
"Çima nikare bi gelê Kurd re bibe cîran"
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Çîgdem Kiliçgun Uçarê amaje bi polîtîkayên desthilatê yên li ser Sûriyeyê kir û di axaftina xwe de wiha got:
“Wezareta Karên Derve ya welêt ji Sûriyeyê dernakeve. Derdê wê çi ye?
Jiyana hevpar a ku Bakurrojhilatê Sûriyeyê bi salan e bi kedeke mezin ava kiriye dike hedef. Bihevrejiyana gelan dike hedef.
We heta îro li Kurdistan û Tirkiyeyê tiliya xwe li DAIŞa ku bombe diteqandin û mirov dikuştin, hejand?
Dema ku ev welat cîrantiya bi HTŞyê re qebûl dike, çima nikare bi gelê Kurd re bibe cîranê sînor?
Rojava ne qada ceribandinê ya ti kesî ye. Hûn sînoran deynin navberê jî dilê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yek lêdide.
Kurd îro hêzek in. Hêzeke ku bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ têkoşîna demokrasiyê, azadiyê û azadiya jinê gerdûnî kiriye.
Lê hûn dibînin ku sibê û êvarê hewl didin li Sûriyeyê tiştên din bikin.
Hewleke bi israr heye ku Rojava û hêzên demokratîk ên Bakurrojhilatê Sûriyeyê ji gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn re wekî dijmin nîşan bidin.
Gelê Kurd ti carî nebûye dijminê gelên li cografyaya ku lê dijî. Berevajî vê, li hemberî yên ku dijminatî dikirin sekinî.
Hemû kozên destê dijminan ji wan stand. Îradeya jiyana hevpar û demokrasiyê ya ku li Rojava derketiye holê, yek ji pîvanên bingehîn e ku divê her yek ji me biparêze.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse