Qamişlo (Rûdaw) - Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ji Rûdawê re ragihand, armanca gefên serokomarê Tirkiyê li ser rojhilatê Feratê ew e ku operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên li dijî DAIŞê li Hecînê rawestîne.
Nûrî Mehmûd got, her ku şervanên HSDê di operasyonên xwe yên de li dijî çekdarên DAIŞê de li Hecîn pêşve diçin, artêşa Tirkiyê êrîşî rojhilatê Feratê dike.
Nûrî Mehmûd diyar kir, Tirkiye bi wan gefên û êrîşên xwe yên lis er rojhilatê Firatê bandoreke nerênî li operayonên ji navberina DAIŞê dike.
Berdevkê YPGê destnîşan kir, ku gefên Tirkiyê û serokomarê wî welatî, Erdogan yên di derbarê encamdana operasyoneke serbazî li rojhilatê Firatê ciddî ne û da zanîn, ev gef pir xeter in û metirsiyeke mezin li ser rojhilat û bakurê Sûriyê heye.
Nûrî Mehmûd got: “Weke ku hûn dizanin, di vê demê de hemleyeke pir ciddî li ser Hecînê, li ser terora DAIŞê tê kirin. Ev cara sêyemîn e ku tehdîdên Erdogan di dema tinekirina DAIŞê de pêş dikevin. Bêguman ev tehdîdana ne ev tehdîd in ku mirov wan sade bibîne yan bi rihetî nêzîkî wan bibe, ev tehdîdên pir xeter in, ku nediyare rêveberiya Tirkiyê yan jî desthilatdariya li Tirkiyê çawan tevdigere, ji ber vê yekê jî xeteriyeke pir ciddî li ser rojhilat û bakurê Sûriyê heye, bi taybet jî jibo sekinandina hemleya (êrîşa) Hecînê, tehdîdekî pir mezin heye”.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse