کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

PDK-S Mihemed Îsmaîl weke berdevkê xwe binav kir

PDK-S Mihemed Îsmaîl weke berdevkê xwe binav kir

Kurdistan

PDK-S: Em di demeke nêzîk de kongreya xwe saz dixin

RÛDAW

RÛDAW

14-01-2023
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW14-01-2023

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriye (PDK-S) ragihand ku di demeke nêzîk de dê kongreya xwe li dar bixe, Mihemed Îsmaîl jî wek berdevkê fermî yê partiyê diyar kir.

Komîteya Navendî ya Partiya PDK-S di rojên 12 û 13 ê vê mehê de li Hewlêr û Qamişlo civiya, piştî civînê daxuyaniyek belav kir û got, Endamên Serkirdayetiyê yên li Ewropa, Tirkiyê dimînin li Hewlêrê amade bûn, lê ji ber ku PYDê rê nedaye endamên serkirdayetiyê yên li Rojavayê Kurdistanê dimînin, amade bibin, ew bi rêya online beşdar bûne.

PDK-Sê dibêje, di civînê de rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, nêzîkbûna Şam û Enqerê û bandora wê li ser opozisyona Sûriyê, rewşa xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û binpêkirinên ku derheqê wan tê kirin gotûbêj kirine.

PDK-Sê herweha got, wan guvaşên ku Rêveberiya Xweser li xelkê dike û dibe sedema koçberbûna xelkê, girtina serkirde û endamên wan û awayê pêşxitina ENKSê gotûbêj jî kirine.

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê Mistefa Cuma beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku dibe ew li Hewlêrê kongreya xwe sa bizin û got ku di kongreya wan de dê gelek guhertin pêk werin.

Mistefa Cuma da zanîn ku di kongreya PDK-Sê de tenê endamên wê beşdar dibin.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên