Ji ber pûla Kurdistanê derbarê Berdan Ozturk de lêpirsîn hat destpêkirin

14-03-2021
Nîşan Berdan Ozturk Pûla Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, derbarê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Galan (HDP) û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk de, ji ber gotinên wî yên têkildarî pûla di heyama serdana Papa de li Hewlêrê hatibû nîşandan, lêpirsîn da destpêkirin. 

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Parlamenterê HDP Agiriyê û Hevserokê KCDê  Berdan Ozturk de bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ji ber gotinên Ozturk ên têkildarî ew pûla li Hewlêrê di dema serdana Papayê Vatîkanê de hatibû pêşandin ku li ser Nexşeya Kurdistanê û wêneyê Papa Francis hebû, lêpirsîn hatiye destpêkirin. 

Serdozgeriya Komarê îdia dike ku Ozturk "propaganda rêxistinê kiriye" û dibêje: “Parlamenterê HDPê yê xula 27emîn Berdan Ozturk ji hinek malperên nûçeyan re gotiye ‘Wek KDCê li ku derê dibe bila bibe nexşên me, nirxên me ne û me nirxên gelê Kurd û Kurdistan hertim parastiye û em ê dîsa jî biparêzin. Erdnîgariya ku em li serê dijîn, navê vê Kurdistan ê. Ev ne tişteke ku nû hatiye keşfkirin. 5 hezar sal in em li ser vê erdnîgariyê dijîn. Ji ber wê yekê ew nexşeya ku ji bo papa hatiye amadekirin, wek semboleke erdnîgariya Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Lê belê bertekên wan careke din tişkek zelal kir. Îro Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dibe bila bibe, dijminatiya wan dijminatiya gelê Kurd e, nirxên gelê Kurd e, dijminatiya wan, erdnîgariya ku gelê Kurd li serê jiyan dike ye.’ Ji ber bi van gotinên xwe sûcê propagandeya rêxistina terorê kiriye derbar wî de lêpirsîn hate destpêkirin.

Hevserokê KCDê û Parlamenterê HDPê, Berdan Ozturk di axavtinekê xwe ya Rûdawê de bertekên ku ji aliyê Tirkiyê ve bo nexşeya Kurdistanê ya ku li ser pûlên ku li Hewlêrê hatibû nîşandan rexne kiribûn û gotibû nexşeya Kurdistanê ya ku li ser pûla ku li Hewlêrê hatibû nîşandan, ya hemû Kurdan e, û ew gotinên xerab ên li hember Mesûd Barzanî têne kirin, qebûl nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst